Pirsgirêka avê ya 3 taxên Erxeniyê hate çareserkirin

 

Şaredariya Bajarê Mezin, ji niha pê de dê ro 24 saet bênavber ava vexwarinê bide taxên Bagur, Şirinevler û Îstasyona Erxeniyê.

Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo çi pirsgirêkên avê li navenda bajêr, navçeyan û gundan çênebin bêrawestan xebatên xwe dimeşîne.

Gerînendetîya Giştî ya Kargêriya Avê û Kanalîzasyonê ya Diyarbekirê (DÎSKÎ), li navçeya Erxenê şebekeyên avê yên taxa Bagur, Şirinevler û Îstasyonê ku nifûsa wan 22 hezar û 356 e, nû kir.  

Di encama xebatê de 420 netre borî hatin danîn û pirsgirêka avê hate çareserkirin.

Midûrê Giştî yê DÎSKÎ’yê Firat Tutşî ligel Qeymaqamê Erxenê Ahmet Karaaslan xebat di cih de seh kirin û der barê wan de agahî ji karmendan wergirtin.  

Salname Lêgerîn

« Oktobre 2022 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
          1 2
3 4 5 6 7 8 9
10 11 12 13 14 15 16
17 18 19 20 21 22 23
24 25 26 27 28 29 30
31