Print this page

Walî Karaloglu: “Li Diyarbekirê em ji bo ciwanan têdikoşin”

 

Pêşangeha têkel a 5 xwişkan a bi navê “Her 5 Bi Hev Re” ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin ve hate pêşandan û pêşangeh berdewam e.

Karaloglu:

“Diyarbekira ku me dixwest, aha ev Diyarbekir e. Em dixwazin Diyarbekirê bi hunerê, çandê, sporê, zanistê, serkeftinan bixin rojeva welat û cîhanê. Em li Diyarbekirê ji bo ciwanên xwe têkoşînê didin.”

Walî Munîr Karaloglu ligel hevjîna xwe Sevîm Karaloglu serdana pêşangeha “Her 5 Bi Hev Re” ya pênc xwişkan kir.

Şaredariya Bajarê Mezin, bi xebatên xwe yên çandê û hunerê xeyalên ciwanan pêk tîne.

Serokatiya Daîreya Karûbarên Çandî û Civakî, Pêşangeha Her 5 Bi Hev Re ya xwişkên Rozerin, Aleyna, Dilara Nur, Elif Ecrin û Ebru Eylul Ozdemir li dar xist.

Pêşangeh li Qada Jiyana Hevpar a Sumerparkê bi 79 wêneyên têkel di salona pêşangehan de li pêş hunerhezan e.  

Walî Karaloglu, serdana pêşangehê kir û der barê wêneyan de agahî wergirtin.

“Ciwanên Diyarbekira me dixwest ev in”

Karaloglu, bal kişand ku ew bi kêfxweşî li pêşangeha pênc xwişkan digere ku ev pênc keçik dayik û bavê wan mamoste ne û weha axivî:

 “Aha Diyarbekira ku me dixwest, me xeyala wê dikir, ev Diyarbekir e. Em dixwazin Diyarbekir bi çandê, hunerê, sporê, zanistê, serfiraziyê bibe rojeva welat û dinyayê. Em ji bo ciwanên xwe yên Diyarbekirî têdikoşin.”

Karaloglu diyar kir ku divê ev pêşangeh ji bo zarokên keç bibe nimûneyeke baş û hewldanan bikin û weha got:

 “Bila keçik mektebê bixwînin û bi emre biçûk keçikan nedin mêr. Bila malbatên keçikan derfetan bidin wan da ku keçik xwe baş îfade bikin, rûyê xwe û malbata xwe, bajarê xwe spî bikin.”