Şaerdariya Bajarê Mezin, di çarçoveya xebatên restorekirina sûran a bi şîara “Vejîna Sûran” daye destpêkirin de xebatên ronîkirina Birca Heftbira bi dawî kir.
Şaredariya Bajarê Mezin, bi xebatên xwe yên restorekirina ser Sûrên Diyarbekirê ku Lîsteya Mîrateya Çandî ya Cîhanê ya UNESCOyê de ne, berdewam e.
Xebata qonaxa 1’ê ya restorekirina birc û bedenan ji aliyê Serokatiya Daîreya Avedanî û Bajarvaniyê ve di 10’ê tebaxa 2020’ê de li ser vejandina bircên Nûr, Heftbira, Evlibeden, Selçûqî û Deriyê Rihayê hatibû destpêkirin, ji sedî 86’ê wê bi encam bû.
Di xebata li ser Birca Heftbira de axa li ber külek û şaneşînê hate hilanîn, kevirên ku ji bircan ketine xwarê hatin tespîtkirin û şûna wan kevirên resen hatin dabînkirin. Di xebata restorekirinê de kevirê bazalt, tuxle û xercê xweser hate bikaranîn û li gorî reseniya bircan çirayên ronîkirinê li deverinan hatin dabînkirin.
Bi ronîkirinê bircê rewneq veda
Ji bo hundirê Birca Heftbira bi awayê herî baş bê nîşandayîn ekîban çirayên ronîkirinê li bedenan dabînkirin. Ji bo tesisata elektrîkê û qablo zirarê nedin reseniya bircan teknîkên taybet hatin bikaranîn. Birc hatin ronîdarkirin û ev rewşa wan a nû mirov lê dibe heyran.
Şaredariya Bajarê Mezin, xebatên xwe yên restorekirina birc û bedenên Diyarbekirê berdewam e û li gorî pêdiviyê dê ronahiyê jî lê dabîn bike.