Print this page

Perwerdeya tenduristiya diranan

 

Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo 550 xwendekarên di 4 krêşên bin banê wê de perwerde dibin perwerdeya tenduristiya didanan li dar xist.

Serokatiya Daîreya Xizmetên Civakî, ji bo zarokên di krêşên bin banê wê de perwerde dibin perwerdeya giringiya tenduristiya dev û diranan pêk anî.

 

Bijîşkê Diranan Tahîr Tekeş, der barê giringiya tenduristiya didanan de, paqijkirina didanan û didan çawa tên parastin zarok agahdar kirin.  

Tekeş, bal kişand ku divê hêj biçûkatiyê bale bikêşin bidin ser paqijiya didanan û tim wan bişon çimkî heke diran neyên şûştin gelek nexweşî peyda dibin.