Print this page

Walî Karaloglu beşdarî merasîma projeya avê dibe

 

Walî Munîr Karaloglu dê beşdarî “Projeya Avê ya Qonaxa 2yem a Diyarbekirê” ku pirsgirêka ava Diyarbekirê heta sala 2055’ê çareser dike, bibe.

Karaloglu, piştî ku dest bi wezîfeyê kir ji bo çareserkirina pirsgirêkên bajêr di gelek warî de serperiştiya xebatan dike.

Ji ber zêdebûna nifûsê û hişkesaliyê Projeya Avê ya Qonaxa 2yem a Diyarbekirê” hate bipêşxistin û Karaloglu, ev proje ji Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan re ragihand.

Erdogan ji bo pêkanîna vê projeyê talimat da

Serokomar Erdogan talimat da Wezareta Çandinî û Daristanê û li ser vê DSÎyê zend û bendên xwe badan û ev proje xiste nav bernameya xwe.  

Ji bo bicihanîna vê projeyê 32 kîlometir borî tên dabînkirin û ji Bendava Dîjleyê 189,2 milyon metrekup avê werdigire. Bi vî awayî dê pirsgirêka avê heta sala 2055’ê bête çareserkirin.