Binesaziya Eyndara Hezro amade ye

 


Şaredariya Bajarê Mezin, xebatên binesaziya gundê Eyndara bi ser Hezroyê ve gihand encamê.

Gerînendetiya Giştî ya Kargêrîya Avê û Kanalîzasyona Diyarbekirê (DÎSKÎ), ji bo çareserkirina kêşeyên binesazî ava vexwarina navçe û gundan xebatan dimeşîne.

Gerînendetiya Giştî ya DÎSKÎyê, li gundê Eyndarê ji ber ku barava gund bêserober diherikî û zirar dida hawirdorê, xebat dan destpêkirin da ku binesaziya gundî tekûz bibe.   

Ekîban, xeta kanalîzasyonê ji bo gundê 183 xane û nifûsa wî 832 kes dabîn kir. Bi vî awayî ava baravê ket bin kontrolê.

Şaredariya Bajarê Mezin, li navenda bajêr û navçeyan dê bi xebatên çareserkirina pirsgirêka avê û binesaziyê berdewam be.