Walî Karaloglu: “Heta 4-5 salan Diyarbekir dê bibe navenda bahîv, gwîz û fistiqan”

 

Waliyê Diyarbekirê Munîr Karaloglu, bi mebesta piştgirîkirina bi cotyarên xwecihî re beşdarî merasîma belavkirina 180 hezar şitlên bahîv, fistiq û gûzan ya li Gêlê bû

Walî Karaloglu:

“Piştî ku ev şitilên daran gihîştin û hatin qaydê fêkiyan heta 4-5 salên din Diyarbekir ne tenê di warê çandinî û dexlûdanî de, her weha di warê hilberîna bahîv, fistiq û gûzan de jî dê bibe yek ji navendên sereke li Tirkiyeyê.”

Şaredariya Bajarê Mezin, li bajêr ji bo piştgiriyê li cotyar û hilberîneran bike û rê bide welatiyan ku bi zexîreya pak xwedan bibin xebatên xwe didomîne.

Şaredariya Bajarê Mezin, Wezareta Çandinî û Daristanan û Serokatiya Kargêriya GAPê bi hev re projeyek bi pêş xist û di çarçoveya vê projeyê de li gundê Dere yê Gêlê şitlên daran bo demsala payîzê hatin belavkirin.

Walî Karaloglu di merasîma belavkirina ajaran de axivî û got ku Diyarbekir di warê çandiniya dexlûdanî de li ser astê Tirkiyeyê û cîhanê navendeke giring e.

Em dixwazin dahata cotyaran zêdetir bibe

Karaloglu diyar kir ku ew lê dixebitin ku ser asta bajêr dahata cotyaran zêdetir bibe û karê wan hêsantir bibe, Karaloglu weha axivî:

“Ev sal û nîv e me li Diyarbekirê dest bi wezîfeyê kiriye û jê pê de em tim li cem cotyar û hilberînerên xwe bûne. Bi helkeftên cuda cuda me ajar, şitil, tov û amûrên çandiniyê li cotyaran belav kirin. Ji makîneya qeşûrkirina bahîvan bigire heta parzinandina hingiv, herişandina tirî û heta dendikên zebeşan bo çandiniyê belav kirin. Mebesta me ew e cotyarên me yên jîyara wan li ser erd û zeviyê ne fêde bibînin û karê wan hêsantir bibe.”

Karaloglu aşkere kir ku ew her dem bi cotyaran re bûne û weha got, “Cotyarê me dê kedê bide, em ê jî destekê bidinê, bi vî rengî dê kara wan zêdetir bibe. Em ê hewl bidin ku kesên bi axê mijûl dibin ji dahata axê têr bibin.”

Karaloglu bi bîr xist ku wan sala 2021’ê wek sala fêkiyên bi qalik îlan kiriye û aşkere kir ku ev proje ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin, Wezareta Çandinî û Daristanan û Serokatiya Kargêriya GAPê bi hevkarî tê fînasekirinê û got, ji sedî 70ê projeyê wek hîbe, ji sedî 30 jî bi desteka welatiyan tê meşandin.

Karaloglu weha dawî li axaftina xwe anî:

“Îro em li vê derê bi merasîmekê ajarên payizê belav dikin. Ji vana 110 hezar ajarên bahîvan, 58 hezar ajarên fistiqan û 10 hezar jî ajarên gwîzan in, bi giştî 180 hezar şitl û ajar tên belavkirin. Bi vê re em ê 8 hezar hektar bîstanekî çêkin. Ku ev ajar gihîştin û bûn fêkî di nava 4-5 salan de Diyarbekir li ser astê Tirkiyeyê dê bibe navendeke giring a bahîv, fistiq û gwîzan.”  

Di bernameyê de ligel Walî Karaloglu, rayedar û giregirên navçeyê û saziyên pêwendîdar jî amade bûn.