Karaloglu: “Kesên hingê Şaredarî birêve dibir Girê Çilezîzanê qetil kiribû”

 

 

Walî Munîr Karaloglu, beşdarî di merasîma daristana ku Şaredariya Bajarê Mezin bi boneya 1382yemîn salvegera Fetha Diyarbekirê hate pêkanîn de kir

Karaloglu: “Ew kesên wê demê Şaredariya Bajarê Mezin birêve dibir Girê Çilezîzanê wêran kirin. Îro Girê Çilezîzanê dîsa hate pakkirin.”

Waliyê Diyarbekirê Munîr Karaloglu, ji bo çandina daran li “Daristana Fethê 1382yan a Diyarbekirê” beşdarî merasîmê bû û şitlê daran li erdê çand.

Serokatiya Daîreya Park û Baxçeyan a Şaredariya Bajarê Mezin, xebatên xwe yên dabînkirina “Daristana Fethê 1382yan a Diyarbekirê” bi dawî kirin.

Walî Karaloglu, di merasîmê de axaftinek kir û bal kişand ku ji boneya salvegera fetha Diyarbekirê wan malpera fetiha Diyarbekir xistiye dewrê û got, wan li ser vê malperê bang li gel kiriye ku her kes daran biçîne. Her weha bi vê mebestê jî Girê Çilezîzanê daristanek tê danîn.

Walî Karaloglu, di merasîma dar çandinê de axivî û bi bîr xist ku wan bi boneya 1382yemîn salvegera Fetha Diyarbekirê malperek ava kiriye û bang li welatiyan kir ku her kes ji bo çandina daran sertifikaya xwe çêbike.

Karaloglu, weha axivî:

 “10 hezar û 918 hemşariyên me yên Diyarbekirî li ser wê malperê ji xwe re sertifikaya dar çandinê pêk anîn. Em jî ji bo pêkanîna soza me daye wan, li vir berhev bûne. Aniha em li ser navê 10 hezar û 918 Diyarbekirîyan van daran li vê derê diçikînin.”

 “Em Diyarbekirê dîsa bigihînin Dîjleyê”

Karaloglu diyar kir ku li gorî baweriyê serokanîya çemê Dîjleyê ji bihûştê dizêt û weha gotina xwe domand:

“Mixabin bajarê Diyarbekirê zêde bi çemê Dîjleyê re lihev nîn e. Tu dibêjî qey me hinekî neheqî li Dîjleyê kiriye û pişta xwe daye wê. Hemû mebesta me ew e ku em careke din Dîjle û Diyarbekirê bigihînin hevdu. Em van kevîyên ber perrê Dîjleyê hêşîn bikin, bikin dehl û daristan. Sibe, gava dinya 45-50 pile germ dibe da ku xelkê me bête vê derê û xwe honik bike.”   

“Kesên çand, dîrok, jîngeh, hêşînayî ji zimanê wan nediket, bajar teslîmî rantxuran kiribû”

Karaloglu bi bîr xist ku berê avahiyên çelexwarî ku qet lê nedihatin li Girê Çilezîzanê hatibûn avakirin û weha got:

 “Kesên xweza, dîrok, çand, hêşînahî û jîngeh ji zimanê wan nediket, bajar teslîmî rastxuran kiribû. Girê Çilezîzan cihê herî giring ê vî bajarî ye, ji aliyê dîrokî, çandî û manewî ve cihekî gelek giring e. Mixabin, ev lûtkeya xweşik a bajêr kirêt kiribûn. Ji bo armancên xwe yên kirêt hedimandibûn.”

Karaloglu aşkere kir ku wan li ser daxwaza Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ew avahiyên kirêt ên Çiyayê Ezîzanê hilweşandine û weha axivî:  

 “Ew kesên wê hingê Şaredariya Bajarê Mezin birêve dibir Girê Çilezîzanê qetil kirin. Îro Girê Çilezîzan hate paqijkirin. Lê çend li ser me bû mal? Li ser Şaredariya Bajarê Mezin, Şaredariya Sûrê û Wezareta Jîngeh û Bajarvaniyê 100 milyon bû mal. Me ev qas tazminata wê da û ev pere ji berîka miletê me derxist, divê millet hesabê vê yeke bipirse. Piştî pêvajoya dadgehê bi dawî bû û tazminata milet lê hate vegerandin em ê jî şa bibin. Bila li ser me deyn be ku em hesabê ji şaredar, endamê meclise û hemû rêveberên wê demê bipirsin.”  

Karaloglu diyar kir ku bi xebatên rekreasyona li Girê Çilezîzan ew ê mesîreyeke xweşik bo welatiyan çêkin ku demeke xweş lê derbas bikin.

Bi daristanên Fethê dê Diyarbekir hêşîntir bibe

Karalogluyê ku got, “Em xwezayê wek emanetê Xwedê ji xwe re dizanin. Em xwezayê qasî pêdiviya xwe bi kar tînin, divê em îsrafê bikin, texrîb nekin. Baweriya me, şaristaniya me vê ji me dixwaze” axaftina xwe weha domand:

“Îsal me got Fetiha 1382ê. Înşeleh sala pêş em ê bibêjin Fetha 1883, 1384’ê. Îsal bi daristanên Fethê em ê Diyarbekirê şîn bikin û em ê bajarekî avatir, avedantir û xweştir ji bo zarokên xwe û neviyên xwe li pey xwe bihêlin.”                 

Piştî axaftinê karaloglu, ligel beşdaran ajarên daran çikandin û ava heyatê li binê wan reşand.

Li gel Walî, qeymaqamê Sûrê Abdullah Çiftçî, Şaredarê Baglarê Huseyin Beyoglu, serekên daîreyan ên Şaredariya Bajarê Mezin, xwendekar û gelek welatî beşdarî merasîmê bûn.

Piştî bernameyê Walî Karaloglu, li Qada Mesîreya Geliyê Dîjleyê ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin ve bi boneya projeya “Dîcle Park Vadî” hatiye çêkirin, gerîya.

Şaredariya Bajarê Mezin, li Girê Çilezîzan di çarçoveya xebata pêkanîna qadên hêşîn û daristanê de li ser 226 dekarê li rekreasyona Geliyê Dîjleyê û qada mesîreyê dê 130 dekarê bike cihê dar û dehlî.