Print this page

Otobûsên Bismil û Çinarê ji otogara navçeyan radibin

 

 

Şaredariya Bajarê Mezin, li ser daxwaza welatiyan rêgeha hatûçûna otobûsên komguhêz a ji bo navçeya Bismil û Çinarê revîze kir.

UKOME’yê di civîna xwe ya vê mehê de daxwaza welatiyan a ji bo revîzekirina rêgeha otobûsên navçeya Bismil û Çinarê nirxand.

Li gorî biryarê xeta otobûsên Bismil û Çinarê ku ji Garaja Gundîyan radibûn, ji 20’ê berfanbarê roja duşemê û pê de êdî li Otogara Navçeyan a Rojava rabibe.