Print this page

Şaredarî ji bo zivistanê amade ye

 

Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo welatî di çilê zivistanê de çi tengaviyan nebînin amadekariyên xwe bi encam kirin.

Serokatiya Daîreya Rê û Rêbaran û Kordînasyona Binesaziyê, ji bo di tora rê ya 6 hezar kîlometir de çi arîşe çênebin amadebaşiyên xwe gihandin serî.

Li seranser bajêr di 17 navçeyan de Şaredarî, bi 142 xebatkar û 46 makîneyên kar ve dê li dijî berfê û qeşagirtina rêyan xebatê bimeşîne û bi vê boneyê Serokatiya Daîreya Rê û Rêbaran û Kordînasyona Binesaziyê, li navend û navçeyan bi 16 greyder, 9 kepçe, 10 amûrên malîn û xwêkirina rêyan, 1 dozer û 10 kamyonên barî ve di amadebaşiyê ye.

Şaredariya Bajarê Mezin, ku rûdaneke çaverênekirî ya nexweş çêbibe dê xebatên xwe bi hevbendî ligel şaredariyên navçeyan bimeşîne.

Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo zivistanê 2 hezar ton xwê kirrîye û ji bo rê nefelişin jî dê 1500 ton asfalta germ bi kar bîne. Ji bo welatî karibin di berf û pûkê de hawara xwe bigihînin welatiyan dikarin bi rêya ALO 153 daxwaz û gazinên xwe bînin ziman.