4 ton û 200 kîlo goştê xirabûyî hat jinavbirin

 

Şaredariya Bajarê Mezin, di encama kontrolên bi ser goştaran de 4 ton û 200 kîlogram goştê dema wî bi ser ve çûyî û xirabûyî destbiser kir û jinav bir.

Şaredariya Bajarê Mezin, xebatên xwe yên ji bo bidestxistina zexîreya paqij û pêbawer didomîne.

Serokatiya Daîreya Karûbarên Ternduristiyê bi boneya sersalê xebatên xwe yên saxtîkirinê didomîne, bi vê mebestê li gel ekîbên Kontrolkirina Zexîreyê, li navçeya Yenîşehir, Baglar, Sûr û Peyasê depoyên firoşgehan saxtî kirin.

Di encama saxtîkirinê de di depoya kargehê de 4 ton û 200 kîlogram goştê dema wî bi ser ve çûyî û xirabûyî destbiser kir û xudanê kargehê xist ber pêkanîna cezayî.

Şaredariya Bajarê Mezin, dê bi boneya sersalê û bo parastina tenduristiya gel xebatên xwe yên saxtîkirinê bidomîne.