DÎSKÎ wesayitên nû dikire

 

 

Gerînendetiya Giştî ya Kargêriya Avê û Kanalîzasyonê ya Şaredariya Bajarê Mezin (DÎSKÎ), ji bo karibe xizmeteke baştir bike û çêtir ava vexwarinê bigihîne welatiyan wesayitên nû li filoya xwe zêde dike.

Gerînendetiya Giştî ya DÎSKÎ’yê, ji ber her roja diçe pêdiviya ji bo xizmetguzariyê zêdetir dibe, zend û bendan badide û erebeyên nû ji bo xizmetguzariyê distîne.

DÎSKÎ’yê, ji bo di xizmetguzariya binesaziyê û ava vexwarinê de bi kar bîne 4 wesayitên kolanê-barkirinê kirrîn.

Midûrê Giştî yê DÎSKÎ’yê Firat Tutşî, der barê wesayitan de agahî ji xebatkaran wergirtin.