Karaloglu pêşangeha “10 Malik Wêneyek Vî Welatê Me Ye” vekir

 

 

Waliyê Diyarbekirê Munîr Karaloglu, pêşangeha ku xwendekarên lîseyê deh malikên Sirûda Îstiqlalê tê de wênandiye, vekir

Karaloglu:

“Sirûda me ya Îstiqlalê her kesê li vî welatî dijî xudan çi baweriyê, çi fikrê be bê ferq û cudayî ji bo 84 milyonî nirxa me ya hevpar e, armanca hevpar, rêya hevpar e.”

Di çarçoveya girêbesta di navbera Şaredariya Bajarê Mezin û Gerînendetiya Perwerdeyê a Bajêr de xwendekarên Lîseya Hunerên Ciwan a Diyarbekirê her deh malikên Sirûda Îstiqlalê wênandin û bi vê boneyê pêşangeha “10 Malik Wêneyek Vî Welatê Me Ye” li dar xist.

Walî Munîr Karaloglu di vekirina pêşangeha li Navenda Çand û Kongreyan a Sezaî Karakoç de axivî û bi bîr xist ku Serokomar sala 2021’ê wek Sala Mehmet Akîf Ersoy û Sirûda Îstiqlalê îlan kiriye û got, bi vê boneyê wan pêşangeha “10 Malik Wêneyek Vî Welatê Me Ye” û şanoya “Ya Îstiqlal ya Îzmihal” gihandiye ber huerhezan.

“Sirûda Îstiqlalê bo miletê me peyman e”

Karaloglu diyar kir ku xwendekaran di pêşangehê de hestên xwe yên der barê Merşa Îstiqlalê de wênandine û weha axivî:

“Di vê sala ji bo şairê me yê milî Mehmet Akîf Ersoy hatiye ragihandin de wê dema miletê me di nav şer de, welêt hatiye vegirtin û koçberî bi ser de hatî rabû gotiye milet ‘Netirse’ û hêvî daye wan, em ê hewl bidin wî baştir bidin nasandin û ji peyama wî fam bikin.”

Karaloglu bal kişand ku Merşa Îstiqlal nirxanek hevpar e û weha axaftina xwe domand:

Sirûda me ya Îstiqlalê her kesê li vî welatî dijî xudan çi baweriyê, çi fikrê be bê ferq û cudayî ji bo 84 milyonî nirxa me ya hevpar e, armanca hevpar, rêya hevpar e. Sirûda Îstiqlalê ji bo miletê me metna mutebeqeta milî ye. Divê em wisa lê binêrin. Divê em wisa berê xwe bidin 10 malikên wê. Xebatên weha ji bo famkirina şairê me yê milî Mehmet Akîf Ersoy û hem jî ji bo Merşa Îstiqlalê pir giring e.”

“Em dixwazin bi çandê, hunerê û sporê bajêr rengîn bikin”

Karaloglu ji bo beşdarî bernameyên şano û pêşangehan bibin vexwendin Navenda Çandê û Kongreyan a Sezaî Karaloglu û weha axivî:

“Hem ali salona tenişta vê salonê Şaredariya Bajarê Mezin pêşangeheke din li dar xistiye, tê de 40 wênesazên Diyarbekirî berhemên xwe pêşkêş dikin. Em dikarin Diyarbekirê jiyana civakî bi helkeftên çandî, hunerî û sporî geş û rengîn bikin. Em gelek giringiyê didin bernameyên weha. Û êdî galeriya me ya hunerê vala nîn e, misêwa tê de pêşangeh li dar in, navendên çandê vala nîn in, tim tê de çalakîyên hunerî li dar in. Kursên me yên çandî û pîşeyî berdewam in. Em dixwazin xelkê me yê Diyarbekirê bêhtir wexta xwe bide van bernameyan û bên tê de beşdar bibin.”

Karaloglu, axaftina xwe weha bi dawî anî:

“Înşelleh Xwedê careke din miletê me neçar neke ku dîsa merşa xwe ya Îstiqlalê binivîse. Ev duaya Mehmet Akîf e. Em tev bi hev re jê re bibêjin amîn û ciwanên me bi vê hişmendiyê hevgirtina xwe xurt bikin û em tev bi hev re ber bi siberojeke ronak bimeşin.”

Piştî axaftinê, Karaloglu li pêşangehê gerîya, der barê wêneyan agahî ji xwendekaran wergirtin. Pêşangeh heta 31ê mehê vekiriye û paşê dê wek katelog bê berhevkirin.

Salname Lêgerîn

« Oktobre 2022 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
          1 2
3 4 5 6 7 8 9
10 11 12 13 14 15 16
17 18 19 20 21 22 23
24 25 26 27 28 29 30
31