Promiyera lîstika “Serpêhatiyên Elîfê”

 

Şanoyên Bajêr a Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo promeriya lîstika “Serpêhatiyên Elîfê” ku ji bo zarokan amade kiriye, derket pêş bîneran.  

Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo tevkariya pêşketina di warê perwerdeya zarokan de projeyên xwe yên cur bi cur bi pêş dixe.

Şanoyên Bajêr ku di bin banê Serokatiya Daîreya Karûbarên Çandî û Civakî de dixebite, lîstika bi navê “Serpêhatiyên Elîfê” berê di afîşan de bi navê “Serpêhatiyên Alîşê” ragihandibû, ev xeletî sererast kir û promiyera vê lîstikê li dar xist.

Lîstika ji aliyê Îbrahîm Kaçmaz ve hate nivîsîn derhêneriya wê Erdal Ayna dike, li Salona Şanoyê a Navenda Çandê û Kongreyan a Sezaî Karakoç dest eleqeya germ a zarokan dest pê kir.

Lîstik, di maweyê Sezona Çand û Hunerê ya Feqiyê Teyran de dê ji bo zarokan bête pêşandan.