“Ciwanan” Fetha Mekkeyê pîroz kir

 

Şaredariya Bajarê Mezin, bi boneya salvegera 1391’ê ya fetihkirina Mekkeyê çalakiyeke yadkirinê li dar xist.

Di bin banê Serokatiya Daîreya Xizmetên Ciwanan û Sporê de “Ciwanên Hişyar” li hev kom bûne, evan ciwanên ku xwendekarên Akademî Lîseyê ne bi boneya salvegera 1391’ê ya fetihkirina Mekkeyê helkeftek li dar xist.

Bername li Navenda Çandê û Kongreyan a Sezaî Karakoç bi xwendina Qurana Pîroz dest pê kir. Piştî nîşandana sînevîzyona der barê fetihkirina Mekkeyê de koma qesîdexwên ku ji perwerdekar û xwendekarên Alkademî Lîseyan pêk tê, qesîde xwendin. Xwendekaran der barê rojê de helbest xwendin.  

Nivîskarê Lêkoler Abdulazîz Yatkin di bernameyê de axivî û der barê Pêxemberê me û Fetha Mekkeyê de agahî bi xwendekaran re parve kirin.

Yatkin, diyar kir ku standina Mekkeyê yek ji kawdana herî girig a dîroka cihanê ye û got ku bi vê fethê re herika dîrokê diguhere.

Serokê Daîreya Xizmetên Ciwanan û Sporê Mehmet Kesen jî bi bîr xist ku ew bi şîara hişyarbûna heft ciwanên mumîn derketine rê û wan “Ciwanên Hişyar” damezrandiye û got, mebesta vê pêkhateyê ew e ku ciwan ji welatê xwe, miletê xwe û bajarê xwe hez bikin û pê ve bêne girêdan.  

Di bernameyê de Eyup Furqan Eşlikê xwendekarê Akademî Lîseyê ku di pêşbirka hafiziyê de ser astê bajêr pileya yekê bidest xistî, plaketa xwe wergirt.  

Bername, bi kişandina fotoyê tomerî bi dawî hat.

Salname Lêgerîn

« Oktobre 2022 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
          1 2
3 4 5 6 7 8 9
10 11 12 13 14 15 16
17 18 19 20 21 22 23
24 25 26 27 28 29 30
31