2021’ê Diyarbekir bi 3 milyon û 500 hezar kulîlkan xemilî

 

 

 

Şaredariya Bajarê Mezin, di sala 2021ê de li tesîsên xwe 3 milyon û 500 hezar kulîlkên havînî û zivistanî çandin û bi vana navenda bajêr û navçe xemilandin, 60 hezar dar û 200 hezar devî li seyrangehan çandin. 

Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo bajarekî hê hêşîntir di sala 2021ê de xebatên peyzajê meşandin û di vê çarçoveyê de park, baxçeyên milet û meydan bi gul û kulîlkên rengorengo xemilandin.

Serokatiya Daîreya Park û Baxçeyan, sala 2021’ê li navend û navçe bi 2 milyon kulîlkên havînî û 1 milyon kulîlkên zivistanî xemiland. Her weha li navçe û navenda bajêr, rêyên sereke, cihên mesîrê, seyrangeh, baxçeyên mizgeftan, pêşiya dibistan û goristanan bi 67 hezar daran xemiland.

Şaneşîna Fîsqeya hate nûkirin

Şaredariya Bajarê Mezin, Şaneşîna Fîsqeya ku jê ve welatî dikarin pêk ve Qesra Kevirîn, Baxçeyên Hewselê û Baxçeyê Milet temaşe bike, nûjen kir. Her weha Sûlava Fîsqeya ku ji bo dîrok û turîzma bajêr giringiyeke xwe ya mezin heye, dîsa vejand û av berdayê.

Şaneşîna camekan û kafe hatin avakirin. Sûlav bi gulopên ronahiyê hate xemilandin.

Daristanên bîrhatinê ji bo Diyarbekireke hê hêşîntir

Şaredraiya Bajarê Mezin, bi mebesta Diyarbekireke hê hêşîntir “Daristana Bîrhatinê ya Fetih Diyarbekir 1382” danî, ku bi 10 hezar û 918 daran lê biçînin, di qonaxa ewil de bi 2 hezar û 121 darî “Daristana Diyarbekir21” hate avakirin.  

Birca Keçikê navenda nû ya hunerê ye

Serokatiya Daîreya Park û Baxçeyan, li meydana biçûk a li derwazeyê Birca Keçikê wek fuayeka vekirî ji bo helkeftên hunerî terxan kir.  

Ekîban, germa havînê ya bajêr li ber çavan girt û ji bo bi şevê karibin xelk li derve sînemayê temaşe bike dabîn kir û ji bo çalakiyên şanoyê amfî tiyatroyek ava kir.

Şikefta Eshabê Kehf û Tirbeya Pîr Ezîz hatin nûkirin

Serokatiya Daîreya Park û Baxçeyan li gorî daxwaza welatiyan projeyan bi pêş dixe, li ser vê Şikefta Eshabê Kehf bi salan bê xwedî hatibû hiştin ligel Tirbeya Pîr Ezîz ya li Henê ji nû be dabîn kir.  

Serokatiya Daîreya Park û Baxçeyan, li doranên Keleha Gêlê û Girê Ziyaretê ku ji aliyê turîzmê ve xwedî giringiyekê ne, xebatên hawirçakiyê meşandin.  

Kampa ciwanan li Pîranê tê avakirin

Li ber keviya gola bendavê ya Keça Qralî ya li navçeya Pîranê 180 donim erdê 17 lojmanên Saziya Karûbarên Avê ya Dewletê lê hebûn, bi projeya Serokatiay Daîreya Park û Baxçeyan wek seyrangeh tê veguherandin û avahiyên razanê û kargêrî lê têne avakirin.

Ekîb, li vê derê ser 860 metrekare xwaringehê çêdike, 546 mertekare ji bo saloneke pirmebestî, mizgeft, fêrgeh, baxçeyê botanik û şanoya amfî tê veqetandin.

Proje li gorî hişmendiya jiyana bêastneg hatiye amdekirin lewra astengdar bi hêsanî dê karibin beşdarî çalakiyên wê bibin.

Kampa Ciwanên Hişyar a Selahedîn Eyubî dê ji bo gelek çalakiyan mazovaniyê bike, ciwan dê karibin tê de helkeftên paintball, zip-line, melevanî, tîrvanî, peyas û parkurên macerayê bi encam bidin.

Şaredariya Bajarê Mezin, plan dike ku kampê hezîrana 2022’ê amade bike û bixe ber xizmeta ciwanan.