Dîdara ciwanan bi dengbêjan re

 

 

Şaredariya Bajarê Mezin, dengbêj û xwendekarên lîseyê di bernameyekê de anîn cem hev.

Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo dengbêjî tune nebe û ev kevneşopiya vegotina civakî winda nebe xebatên xwe dimeşîne.

Serokatiya Daîreya Karûbarên Çandî û Civakî, bi Gerînendetiya Perwerdeya Bajêr re ji bo dengbêjiyê bi ciwanan bidin naskirin projeya “Dîdara Dengbêj û Nifşa Z” amade kirin.  

Di çarçoveya projeyê de li Salona Konferansan a Eren Şahîn a Lîseya Fen Cumhuriyetê ya Saziya Reqabetê ji bo hevdîtina ciwan û dengbêjan bernameyek hate lidarxistin.

Di bernameyê de Lêkolîner Zeynep Yaş der barê dengbêjan de agahî bi xwendekaran re parve kirin û dengbêjên bajêr dan nasandin.

Di Kampûsa Perwerdeyê ya Suleyman Demîrel de pêşangeha “21 Kilam 21 Dengbêj” hate pêşandan û bi vê der barê wan de agahî wergirtin.

Di bernameyê de dengbêjan stran û kilamên xwe peşkeş kirin, ciwanan bi xweşî guhê xwe danê. Paşê xwendekar û perwerdekaran li ber defê govend xweş kir.  

“Divê em dengbêjîyê ji dest nedin”

Muhemed Serdar Yaruk ê ku di projeyê de cih digire, diyar kir ku ew xebatên berfireh der barê dengbêjiyê de dimeşînin.

Yaruk bal kişand ku ji bo dengbêjî ji aliyê nifşa nû ve bêne nasîn wan ev proje bi pêş xistiye û weha axivî:

 “Me lêkolîneke berfireh li ser çanda dengbêjiyê kir, em pê hesiyan ku ev nifşê nû ku wek nifşa Z tê nasîn qet hay ji vê çandê nîn e. Me ji bo vê rapirsînek kir û di encamê de derket holê ku ji sedî 70 ciwanan hay ji dengbêjiyê nîn e. Mebesta me ew e ku em dengbêjiyê bi ciwanên nûtaze bidin naskirin. Dengbêjî di çanda me de gelek giringiya xwe heye divê em nehêlin ku ev çand tune bibe.”

Di navbera do û sibê de pirek qewîm

Guven Yilmaz xwendekar e, diyar kir ku ev xebat ji bo ciwanan xebateke nû ye.

Yilmaz, weha axivî:

 “Mebesta me ew e, ciwanên nifşa Z gava li stranên pop, rock û rapê guhdarî dikin bila hayê wan ji dengbêjiyê jî hebe. Em dixwazin di navbera do û îro de pirekê çêkin. Dengbêjî niha ber bi jibîrkirinê ve diçe. Çimkî qasî em hîn bûne, di nav van dengbêjên me de yê herî ciwan bi ser 45 saliyê re ye.”  

“Em pir bi kelecan in ku dê fêrî dengbêjiyê bibin”

Rojbîn Baran jî diyar kir ku ev bername û dîdar ji bo naskirina çanda qedîm gelekî mifayê xwe heye.

Baran diyar kir ku bi saya vê dîdarê ew bi gelek agahiyên nû hesiyaye û weha axivî:

 “Me ev gotina dengbêjî gelek bihîstiye lê der barê wê de tu pêzanîna me tune. Ev çanda me ye lê me der barê wê de tu tiştek nedizanî. Em gelekî bi kelecan in ku dê fêrî vê kevneşopiyê bibin. Bi saya vê dîdarê ji niha de em bi gelek tiştan haydar bûn.”

Zîlan Arîn jî bi bîr xist ku ew bi saya vê dîdarê bi vê çandê hesîyane û got, “Bi vî awayî me dengbêjî nas kir, ew çanda me ye, niha em wê nas dikin.”

 

Salname Lêgerîn

« Hezîran 2023 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
      1 2 3 4
5 6 7 8 9 10 11
12 13 14 15 16 17 18
19 20 21 22 23 24 25
26 27 28 29 30