2021’ê şaredariyê rê û rêbar xweştir kirin

 

Şaredariya Bajarê Mezin, di sezona asfaltê ya 2021’ê de li navenda bajêr û navçeyan 1200 kîlometir rê çêkir, 400 hezar ton qîra germ darête şeqaman.

Şaredariya Bajarê Mezin ji bo her kinarên bajêr tora hatûçûneke têkûz saz bibe li çar aliyên parazgehê rêyên nû çêdike û şeqaman qîr dike.

Serokatiya Daîreya Rê û Rêbaran û Kordînasyona Binesaziyê, di çarçoveya xebatên vekirin, firehkirina rêyan, stabîlîzekirinê û darêtina ziftê de, li ser rêyên gundan xebateke giring meşand.  

Ekîbên şaredariyê, gelek rêyên nû vekirin, kêşeya hatûçûnê ya gelek taxên veder çareser kir, welatî bi vî awayî zûtir gihîştin ser karûbarên xwe û pêdiviyên xwe anîn cih.

Her weha ji bo ev rê zû bi zû xirab nebin, destê yekê yê asfaltê li rêyan hate kirin, hîm û binaxeyên rêyan hate tekûzkirin û ekîban, li deverên pêwist ku kortal bûn jî çal dagirtin.

Li gorî pêdiviyê hin rê bi çîmentoyê hatin tekûzkirin, hin deverên nava gundan ku ji bo asfalta destê yekê berdeste nebûn jî kevirên parke lê hatin danîn.

Şaredariya Bajarê Mezin, li rê û rêbarên gundên bi ser Çungûş, Erxenî, Henê, Pasûr û Peyasê xebata darêtina qîrê bi encam kir.

Ekîban, li 17 navçeyan 1200 kîlometir rêya gundan çêkir.

Di sezona 2021’ê de li navenda bajêr li ser rêyan xebata nûkirina cadeyan, li deverên nû yên warnişînê vekirina rêyên nû û ji bo sistkirina barê trafîkê jî vekirina rêyên navbera tê kirin.  

Şaredariya Bajarê Mezin, di encama xebata nûkirina li navenda bajêr ser cadeyan meşandî de ji bo 13 cade û bulvarên nû vekirî rêgehên nû durist kirin.

Ekîban, li cade, bulvar û rêyên nûvekirî yên navenda bajêr 300 hezar ton, li gundewaran jî li rê û rêbarên dane ber çaksaziyê û tên çêkirin jî 100 hezar ton asfalt, bi giştî 400 hezar ton zift darêt.