Print this page

Li Gêlê êdî ardûyê fosîl dê bi kelekê dewam neke

 

 

Di çarçoveya “Plana Parastina Jîngeha Bendava Dîjleyê” de ku bi destê DÎSKÎyê ve tê meşandin ji 1’ê nîsanê pê de dê li Gêlê veguhastina ardûyê fosîl bi kelekan neyê kirin.

Gerînendetiya Giştî ya DÎSKÎyê di çarçoveya “Plana Parastina Jîngeha Bendava Dîjleyê” de akademîsyenên pispor wezîfedar kirin û xebatên wan berdewam dike.

Di çarçoveya projeyê de pispor taybetiyên giştî yên jîngehê û qelîteya ava wê destnîşan kirin, xebatên şopandin û modelê hatin kirin.

Midûrê Giştî yê DÎSKÎyê Firat Tutşî û Qeymaqamê Gêlê Îdrîs Arslan der barê rêlibergirtina qirêjbûna ava golê de bi karguzarên kelekan re rûniştin.

Tutşî bal kişand ku çarçoveya plana parastina jîngeha Bendava Dîjleyê ji aliyê Wezareta Jîngeh, Bajarvanî û Guherîna Kîşwerê ve hatiey destnîşankirin û got ku barê ser milê her kesê ye ku serçaviya avê biparêzin.

Tutşî, diyar kir ku tu derdekî wan nîn e ku bi nanê kedkarên kelek û kelekvanan re bilîzin û got ku ew dixwazin ji pirsgirêka heyî re çareseriyekê peyda bikin.