Şaredarî bi hemleya geşedana gundewaran berdewam e

 

 

Şaredariya Bajarê Mezin, di sala 2021’ê de ji bo bajêr bi hemû aliyên xwe ve bi pêş bikeve û geşedana gundewarî pêk were piştgirî da cotyar û ajelvanan.

Şaredariya Bajarê Mezin, di sala 2021’ê de ji HÎSan bigire heta bêrmokên bo avdana zeviyan çêkirin, li cotyaran ajar û şitil belav kirin, ji bo xudankirina mêşan destek bi mêşvanan re kir.

Bi xebatên ji aliyê Serokatiya Daîreya Geşedana Gundewaran ve hatine meşandin ji bo Diyarbekir bibe yek ji bajarên giring di warê çandinî û ajelvaniyê de proje hatin bipêşxistin.

2021 sala fêkiyên qelikhişk e

Piştî ku Walî Munîr Karaloglu sala 20212ê wek sala fêkiyên qalikhişk ragihand Şaredariya Bajarê Mezin, ligel Serokatiya Kargêriya GAPê û Gerînendetiya Çandinî û Daristanan ve projeya bipêşxistina fêkiyên qalikhişk hate bipêşxistin.

Di çarçoveya projeyê de ajarên bahîv, fistiq û gûzan hatin belavkirin, berdêla vê projeyê 13 milyon e û 5 milyonê wê Şaredariya Bajarê Mezin girte ser milên xwe.

Di çarçoveya projeyê de 203 hezar ajar û şitil û nêzî 89 ton tovê fî xli cotyaran hate belavkirin.

Bi niçilandina daran dê darên bergir zêde bibin

Serokatiya Daîreya Geşedana Gundewarî, bi taybetî li gundewarên bi kendal û çiyayî ji bo xudankirina bahîv, gwîzû fistiqan bi pêş bixe li darên xirş petrûme kirin da ku ew dar ber bigirin.

Li 21 gundên bi ser 17 navçeyan darên kizwanan bi ajarên fistiqa Entab û Sêrtê hatin niçilandin.

Şaredariya Bajarê Mezin di encama vê xebatê de heta niha 38 hezar kizwan niçilandin.

Piştgiriya makîne teçhîzatan

Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo hêsankarî di karûbarên cotyaran de pêk bîne û destekê bi ajelvanan re bike ji bo cotyarên li 17 navçeyan makîneya dotina şîrî, pestkirina tirî, qeşûlkirina bahîvan, birken şûştin û veşûştina pez û meratî, bi giştî 145 makîne teçhizat belav kirin.

Bêrmên HÎS’ê

Şaredariya Bajarê Mezin, li gundên bi ser Baglar, Bismil, Çermûg, Çinar, Pîran, Gêl, Erxenî, Hezro, Peyas, Karaz, Pasûr, Sûr û Farqînê 83 bêrmên avdanê ku 40 sal berê hatibûn çêkirin û hinekî bêserober bûbûn çaksaziya wan kir û her weha 6 bêrmên HÎS’ê yên nû çêkirin. 

Ekîban, her weha li navçeyên Çermûg, Çungûş, Pîran, Henê, Pîran, Pasûr, Hezro, Sûr û Farqînê 58 hewzên betonî yên modern çêkirin. 51 hewz ji bo avdanê amade ne û 7 birkên dîtir hêj xebat li ser berdewam e.  

Serokatiya Daîreya Geşedana Gundewarî, li 24 gundên bi ser Licê, Pasûrê, Pîranê, Çermûgê, Çungûşê û Sûrê ji ber hişkesaliyê bi rêya avdan abi rêbazên nequleyî av beredayî çûye, ji bo av beredayî neçe 45 hezar 540 metir borî belav kirin.  

Li herêma Qerejdaxê ku navçeya Baglar û Çinarê li xwe digire û bo xudankirina pezî warekî giring e 37 afir hatin damezrandin.

Ev afir li nav rêya pez û dewarên ku xelk tê re dibe zozanan hatin danîn ji bo avdana wan jî 12 depoyên avê yên 10 tonî jî hatin bicihkirin.

Şebeşa Diyarbekirê xwemaliya xwe diparêze

Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo xwemaliya zebeşa Diyarbekirê bête parastin şitil, zibil û derman li çandinyaran belav kirin.

Serokatiya Daîreya Geşedana Gundan, ji bo xwemaliya zebeşa Diyarbekirê bête parastin û teşwiq bo çandina wê bête kirin li navçeya Bismil û Sûrê zibil, şitil û derman li çandinyaran belav kir.

Piştgiriya maşotvaniyê

Şaredariya Bajarê Mezin, li Diyarbekira k udi berhemhênana maşotan de ser astê Tirkiyeyê ji sedî 62 e, piştgirî da maşotvanan.

Li Pasûrê 15 hezar şitilên dara tûyê li Maşotvanan hate belavkirin da ku maşot xwe lê bigirin û tenv û rîsê xwe lê raçînin.

Mêşvanî hate bipêşxistin

Diyarbekir di 120 hezar kewarî de 1400 ton hingiv derdixe û bi vê rêjeya xwe ser astê Tirkiyeyê di rêza 17’ê de ye û ji bo piÅŸtgiriya vê kerte xebat hat destpêkirin. Â