Li Diyarbekir bajarvaniyeka layiq pêş dikeve

 

 

Şaredariya Bajarê Mezin, ji veguherîna bajarî bigire heta restorekirina sûrên dîrokî ji bo xweşikbûna bajêr di sala 2021’ê de gelek projeyên giring bi pêş xistin.

Şaredariya Bajarê Mezin, di sala 2021’ê de ji bo dîrok û çanda Diyarbekirê geş bibe û rabe ser pêyan cihên wêrane yên bajarî ji nû ve saz kirin û gelek projeyên avedaniyê dan destpêkirin.

Vejîna Sûran berdewam e

Piştî ku Walî Munîr Karaloglu hate ser kar û pê de li ser daxwaza Diyarbekiriyan bi şiara “Di Sûran De Vejîn” xebata restorekirina Keleha Diyarbekirê ku di Lîsteya Mîrateyên Çandî ya Cîhanî ya UNESCOyê de ye, dan destpêkirin.

Sûrên Diyarbekirê, bi 82 bircên xwe û dirêjahiya xwe ya 5 hezar û 200 metir sala 2025’ê ket nav Lîsteya Mîrateyên Çandî ya Cîhanî ya UNESCOyê, xebatên restorekirinê ji aliyê Komîsyona Zanistê ya Wezareta Çand û Turîzmê ve tên şopandin.

Xebata restorekirinê ji aliyê Serokatiya Daîreya Avedanî û Bajarvaniyê ve bi şiara “Vejîna Sûran Dest Pê Dike” tê meşandin, sala 2021’ê bi vê çarçoveyê li ser 6 bircên li devera Deriyê Rihayê tê meşandin û heta niha jis edî 84’ê vê xebatê bi encam hatiye.

Di qonaxa 2yan a restorekirinê de 11 bircên Keleha Navîn, 13 bircên derve yên hejmar 75-76 tê domandin, li hawirdora Girê Amîda bend tê danîn û hefrîyet tê maliştin û hawirçakî tê meşandin.

Bircên Deriyê Çiyê dibe muzeya xetatiyê

Di qonaxa 3yan de Deriyê Çiya, Tek Beden, bircên hejmar 7,8 û dîwarên nav sûrê tên çêkirin. Bircên Deriyê Çiyê dê wek Muzeya Xetat Hamid Aytaç bête dabînkirin.

Di çarçoveya restorekirina qonaxa 3yan de di tebeqeyên binî yên bircên hejmar 1-2-5-7 û 8’ê de solîna avê ya di sala 1543an de ji aliyê Qanûnî Siltan Silêman ve hatiye çêkirin û heta 1930ê pêdiviya ava bajêr pê hatiye terxankirin, hate dîtin.   

Qesra Mîrzadeyan dibe Mala Sezai Karakoç

Li Qesra Mîrzadeyan bi çavdêriyan pisporên muzeyê û arkeologan xebatên hawirçakiyê têne meşandin, di encama van lêgerînan de li 3 deverên cihê solînên avê, kung û şopên dîwaran hatin dîtin.

Bermahiyên aydê serdema 16an piştî xebatên pêwist dê bêne pêşandan.

Piştî ku xebatên hawirçakiyê bi encam hatin qesr dê wek Mala Sezaî Karakoç bête terxankirin.

Li Keleha Diyarbekirê ji 99 bircên wê yên ser xwe mane li ser 24ê wan xebatên restorekirinê berdewam dikin û Dêra Saint George ku li Keleha Navîn e û ji sala 2008’ê ve ye wek galerya hunerî tê bikaranîn, dîsa hate restorekirin û dîsa ket ber xizmeta bajêr.  

Birca Keçikê ku ji aliyê turîstên xweyanî û biyanî ve gelek tê ziyaretkirin û cihekî giring ê bajêr e, ji bo xizmetên hunerî hate terxankirin û ket ber xizmeta welatiyan.  

Li Fîsqeya veguherîna bajarî dest pê kir

Li Fîsqeyayê di çarçoveya xebatên veguherîna bajarvaniyê de Şaredariya Bajarê Mezin, Wezareta Jîngeh Bajarvanî û Guherîna Avhewayê dê veguherînê di 5 qonaxan de bi encam bide.

Di qonaxa 1yê de bi 205 welatiyan re lihev kirin û hilweşanê dest pê kir.

Îhtişama Sûran derket pêş

Li Benûsenê di çarçoveya projeya arizîkirinê de Şaredariya Bajarê Mezin bi berdêla 15 milyon lîreyî 300 avahî arizîkirin û hilweşandin.

Li 17 navçeyan xebatên numaratajê

Li bajêr ji xizmetguzariyê bi awayekî bi rêkûpêk, bilezûbez û erzantir bêne meşandin, navnîşanên welatiyan hatin destnîşankirin û numaraja wan hate kirin. Ji bo vê Danesaziya Navnîşanan hate danîn û li 17 navçeyan xanûmanê welatiyan diyar bûn.