Şaredariya Bajarê Mezin, di sala 2021ê de ji perwerdeyê bigire heta bi werzîşê 28 hezar û 620 zarok û ciwan beşdarî helkeftan kirin.
Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo ciwanan û zarokan ji perwerdeyê bigire heta çalakiyên çandî û hunerî, spor û civakî xebatên xwe didomîne.
Serokatiya Daîreya Xizmetên Ciwanan û Sporê, di sala perwerdeyê ya 2021’ê de ji bo ciwanên di bin banê Malên Zanînê Akademî Lîse û Şevewara Keçikan perwerde dibin, bêpere xizmeta perwerdeya online û rûbirû pêk anî.
2 jê navend û ya Henê Gurbiz û ya Bismilê Prof. Dr. Azîz Sancar di 4 malên zanînê de 7 hezar û 250 zarokan, 2 jê navend û ya Farqîn El Cezerî bi giştî di 3 akademî lîseyan de 7 hezar ciwanan û 220 keçikên di warnişîna keçikan de ji xizmeta perwerdeyê sûd wergirt.
Pirtûk belaş dan xwendekaran
Şaredariya Bajarê Mezin ji bo xwendekarên Malên Zanînê, Akademî Lîseyan û Şevewara Keçikan desteka kitêban kir.
Serokatiya Daîreya Xizmetên Ciwanan û Sporê, di serdema perwerde-hîndekariyê de li gorî salnameya xwe ya destnîşankirî 4 hezar û 200 ji bo dibistana navîn 4 hezar û 200, ji bo lîseyan 2 hezar û 800 bi giştî 7 hezar û 200 kitêbên alîkariya LGS, AYT û TYT belav kirin.
"Projeya dibistana sporê”
Serokatiya Daîreya Xizmetên Ciwanan û Sporê, di sala 2021’ê de bi şiara “Ciwanên Hişyar” ji bo tevkariyê di pêşetina wan a di warê fîzîkî û civakî de bike, ji bo havîna xwe bi sporê derbas bikin projeya “Dibistana Sporê” bi pêş xist.
Ji branşên Atletizm, avjenî, futbol, basketbol, voleybol, tenîsa kortê, karate, kickboks, taekwondo, gulaş, dart, satranç, judo, tenîsa maseyê, badminton, hokeya ser çîmê, jimnastik, hentbolê 46 salonan, ji perwerdeya tesis û sehayan berdewam dike jî 134 rahênerên pispor xwe da ber barî. Perwerde 12 mehan bêrawestan hate kirin û 11 hezar û 320 zarokan jê sûd wergirt.
Dibistanên sporê tevahiya salê dewam kir û di vê maweyê de 62 hezar û 946 kerese li ciwan, sporbazên amator û zarokan hate belavkirin.
Ciwanan demeke xweş di kampa ciwanan de borand
Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo zarokên derfeta wan a tatîlê tune ye û rewşa malbatên wan desteng e kampa havînê saz kir.
Kampa Ciwanan li Gezîna bi ser Madena Elezîzê ji aliyê Serokatiay Daîreya Xizmetên Ciwanan û Sporê ve hate lidarxistin û ciwanên malbatên wan destteng demeke xweş liv ir borand. Kampa Ciwanan manweyê 9 hefteyan kişand û 1200 ciwanan beşdarî tê de kir.
Kursên şiyanên taybet
Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo ciwanên dixwazin di dibistanên perwerdeya laşî, polis û eskerî de beşdar bibin jî kursên bêpere li dar xistin û beşdariyeke mezin ji van kursan re pêk hat. 1630 kesî ji van kursan sûd wergirt.
Ji bo welatiyên ku dixwazin dema xwe bi xwendina pirtûkan derbas bikin jî di nav salê de xizmeta “Pirtûk Kafe” ya Şaredariya Bajarê Mezin hebû. 120 hezar kesî ji vê xizmeta Pirtûk Kafeyan sûd wergirt.
Zanîngeha Akademî, tevkariyê li plansaziyên karîyeriya ciwanan dike
Ji bo tevkarî li plansaziyên karîyeriya ciwanan bête kirin Şaredarî Zanîngeha Akademî dixe ber xizmeta wan.
Şaredariya Bajarê Mezin, bi xizmetên xwe tevkariyê li ciwan û zarokan dike ku grafîka xwe ya xwendinê bilindtir bikin.
Serokatiya Daîreya Xizmetên Ciwanan û Sporê, li navçeya Sûrê avahiyeke dîrokî nûjen dike û ji bo vê xizmetê terxan dike.