Print this page

Alîkarî bi kesên pêdivî re

 

Şaredariya Bajarê Mezin, di çarçoveya xebatên şaredartiya civakî de sala 2021’ê bi hawara welatiyên hejaran û astengdaran bezî.  

Şaredariya Bajarê Mezin, sala 2021’ê jî ji bo kesên destteng û nikarin bi serê xwe pêdiviyên xwe yên jiyanê dabîn bikin, yên astengdar, pîr û kal, mexdûrên afat û karesatan, hejar û bêkes xebat meşandin.  

Serokatiya Daîreya Xizmetên Civakî, sala 2021’ê ji bo malbatên destteng û xizan û ji bo kargehên ji ber pandemiyê karên xwe rawestandine 15 hezar û 200 kolîyên alîkariyê belav kirin.

Serokatiya Daîreya Xizmetên Civakî, ji bo pêdiviyên welatiyan cîbicî bike pêkanîna “Karta Sosyal” da destpêkirin û li 17 navçeyan, li ser hesabê 12 hezar û 110 malbatên xizan 9 milyon û 409 hezar û 50 lîre razand.

Ji malbatên xwendekaran re desteka perwerdeyê

Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo xwendekarên Dişyarbekirî ku di ezmûna zanîngehê de bi ser ketin û ketin beşekî “Projeya Piştgiriya Zankoxwînan” bi pêş xist.

Serokatiya Daîreya Xizmetên Civakî bi boneya projeyê bêyî ku ferqê bixe navbera zanîngeha dewletê, taybet an jî weqfan ji bo her ciwanê zanîngeh bi dest xistî yê Diyarbekirî bes bo carekê 750 tl li hesabê wan razand.

Di çarçoveya projeyê de li hesabê 10 hezar û 602 xwendekaran her yekê 750 lîre razand bi tomerî vê projeyê 7 milyon û 951 hezar û 500 lîre girt.

Banqeya Cilan pêdiviya 790 kesî dabîn kir 

Banqeya Cilan ku di bin banê Serokatiya Daîreya Xizmetên Civakî de ye xwe gihande bi hezaran malbatên pêdivî û daxwazên wan bi cih tîne. Ekîban, sala 2021ê kêşeya 790 kesên pêdivî çareser kir û 2 hezar û 835 perçe cilûberg li wan belav kirin.  

Li 476 hezar kesî şorbenîsk û lîmonete belav kir

Şaredariyê li 9 qalbendên bajêr “Kaniya Îkramê” danî û ji vê kaniyê şorbenîska germ û lîmonete li 476 hezar kesî belav kir û di rojên dînî de jî li ser Gorên Pêxemberan a Gêlê li 56 hezar kesî, li ber Mizgefta Hz Silêman jî îkram li 58 hezar kesî kir.

Asteng tên hilanîn

Sala 2021’ê ji bo astengdaran bi piştgiriya Navenda Perwerdeya gel kursên E KPSS, zimanê îşaretan, perwerdeya dengî, tembûr, hunerên destî xwendin nivîsîna bi elfabeya Braille, otizm muzîk, ritm û kompûtergeriyê û bi piştgiriya ÎŞKUR’ê jî kursên kasîyerî, çêkirina selikan, servîskarî, xirş û neqş, çermkarîyê hatin dayîn.   

Ji bo astengdaran li rexmî kursên perwerdeya pîşeyî her weha bi mebesta ew karibin têkilî jiyana civakî bibin û xwe bi pêş bixin kursên hobîyê û bernameyên cur bi cur li dar xistin. Bi vê mebestê Gerînendetiay Şaxa Xizmetên Astengdar û Pîrekalan, konser, atolye, geştûguzar, bernameyên xwarinê li dar xistin.   

Li Navenda Jiyana Çalak a li Navenda Piştgiriya Astengdaran a li Sumerparkê di salekê de ji bo 3 hezar kesî şêwirmendî û arastekirin, ji bo 5 hezar kesî xizmeta servîsê û ji bo 750 kesî jî kurs hatin dayîn.

Ji bo astengdarên dîtinê karibin xwe bigihînin materyalên xwendinê ji aliyê kesên dilxwaz ve bernameyên xwendina kitêban hatin sazkirin û li platformên dîjîtal hatin tomarkirin.

“Malên Bêhnvedanê” amade ne

Şaredariya Bajarê Mezin, bi destbikarkirina Walî Munîr Karaloglu re ji bo çareserkirina pirsgirêkên bajêr gavên giring hatin avêtin û ji astengdarên zîhnî “Mala Bêhnvedanê ya Navenda Sexbêriya Bi Roj” damezrand.

Li vê navendê xizmetguzariyeke ku qelîteya jiyana astengdaran pê bilind bibe û pirsgirêkên wan ligel malbatên wan tê de bêne çareserkirin tê dayîn, di navendê de revîr, jûra razanê, navenda bangewaziyê, xizmeta amûrên astengdaran, servîsa psîkososyal, jûrên perwerdeyê, polen hobîyê, salona sporê, jûra muzîkê, mutbex û xwaringeh hene.   

Pîrekal nehatin jibîrkirin

Kalepîrên bi tena serê xwe dijîn û nikarin bi serê xwe pêdiviyên xwe bînin cih, nehatin jibîrkirin. Salewext pêdiviya 1020 kalepîran hate bicihanîn, 632 car malên wan hatin paqijkirin.

Ji pêdiviyan re 66 nivînên nexweşan û 18 kursîkên bi teker hatin dayîn, ji 2 hezar û 300 kesî re seta venêrîna şexsî, ji 2 hezar û 500 kesî re kolîya paqijiyê hat dayîn. 41 pîrekalan jî cilûbergên wan jê re hatin nûkirin.

Mêvanxaneyê 2021’ê 62 hezar û 193 nexweş ezimandin

Mêvanxaneya Nexweş û Xizmên Nexweşan a Şaredariya Bajarê Mezin, bi 136 menzel û 391 nivînên xwe ve li ser astê Tirkiyeyê mêvanxaneyek e ku ji tevan zêdetir mêvanên bi kontenjan hildide.

Mêvanxaneya Nexweş û Xizmên Nexweşan di bin banê Serokatiya Daîreya Xizmetên Civakî de nexweşên ji derdora bajar û bajarên derdorê ligel xizmên wan qebûl dike, di sala 2021’ê de 62 hezar û 193 nexweş û xizmên nexweşan kirin mêvan.

Mêvanxaneya ku di asta otelan de xizmetê dide pêdiviyên revîr, mizgeft, servîsa sosyal, taştê û çaya bêpere ji xizmên nexweşan re dike.

Zarok hem fêr dibin hem jî şa dibin

Ji 4 krêşên di bin banê Serokatiya Daîreya Xizmetên Civakî de 500 zarokên 4-6 salî sûd wergirtin.   

Zarok bi serperiştiya perwerdekaran fêr dibin, dîroka bajêr nas dikin, hînî çanda bajêr dibin û beşdarî aktîvîteyên civakî dibin.

Gerînendetiya Şaxa Zarokan, ji bo yarîyên xwemalî yên herêmê neyêne jibîrkirin “1.Şahiya Zarokan a Kevneşopî” li dar xist. Di şahiyê de zarokan, bi serperiştiya perwerdekaran yariyên xwemalî leyîstin û gelek şa bûn.

Gerînendetiya Şaxa Zarokan, salewext zarok beşdarî helkeftên zanistî, hunerî û geştûguzarî kirin û ji wan re ezmûnên baş çêkirin.