Mezada Kitêban li Zanîngeha Dîjleyê birêve çû

 

Waliyê Diyarbekirê Munîr Karaloglu, Serrawêjkara Serokomarî Gulşen Orhan û Alîkarê Wezîrê Çand û Turîzmê Ahmet Misbah Demircan beşdarî mezada pirtûkan a Şaredariya Bajarê Mezin li Zanîngeha Dîjleyê kirî, bûn û pirtûk diyarî xwendekaran kirin.  

Şaredariya Bajarê Mezin, her meh li deverekê mezada pirtûkan li dar dixe, vê carê mezada li Zanîngeha Dîjleyê rastî eleqeyeke germ hat.

Mezad li Navenda Jiyanê ya Xwendekaran hate lidarxistin û Waliyê Diyarbekirê Munîr Karaloglu, Serrawêjkara Serokomarî Gulşen Orhan û Alîkarê Wezîrê Çand û Turîzmê Ahmet Misbah Demircan beşdar bûn.  

Mezad bi taybetî ji bo wê çendê ye ku xwende kitêbên çapa wan qediyayî bi dest bixe û pirtûka ber destê xwe bifiroşe, di vê mezadê de Karaloglu, Orhan û Demircan beşdarî mezadê bûn û pirtûkên bi bazara aşkera kirrîn, diyarî xwendekaran kirin.

Karaloglu, di mezadê de ev axaftin kir:

Şaredariya Bajarê Mezin û Serokatiya Daîreya Karûbarên Çandî û Civakî, ji bo li bajêr hezkirina pirtûkan zêde bibe, bale bikêşe ser sehafkariyê, her meh mezada kitêban li dar dixe. Hem kesên dixwazin kitêbên zêde yên ber destê xwe bifiroşin hem jî kesên dixwazin kitêbên çapa wan nemaye bi dest bixin, beşdarî vê çalakiyê dibin. Ez spasiya beşdaran dikim, her weha spasiya kedkaran jî. Bi taybetî ez spasiyeke germ li Alîkarê Wezîrê Çand û Turîzmê Ahmet Misbah Demircan dikim ku ew jî niha amade ye.”

Di bernameyê de Rektorê Zanîngeha Dîjleyê Prof. Dr. Mehmet karakoç û perwerdekaran beşdarî digel Karaloglu, Orhan û Demircan kirin.