Şaredarîyê meaşê karkeran zêde kir

 

Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo karkerên di bin banê Personel A.Ş.’ê de dixebitin bi girêbesta pêvek li mehmiha herî kêm ji sedî 34,34 zêdeyî kir.

Bi serperiştiya Walî Munîr Karaloglu, di navbera Sendîqeya Yerelsen-Sendîqeya Kargêrên Cemawerî ya Rêveberiyên Xwecihî û Sendîqeya Geneş-Îş de ku Şîrketa Anonîm a Personelan a Şaredariya Bajarê Mezin endamê wê ye, di 22ê adara 20212ê de peymaneke tomerî ya kar hatibû îmzekirin, peymaneke pêvek lê hate zêdedkirin.  

Karkerên meydanî dikevin ber vê peymanê

Bi peymana pêvek re ji bo xizmetkarên havînê li ber germe zivistanê li ber sermê dixebitin her meh 300 lîre, ji bo operatorên meydanî, ji bo şofêrên komguhêziyê, ji bo hosteyên motor, kaporte, venêrîna oto û raxistinê 400 lîre dê wek tezmînata kar bête dayîn.   

Her weha, ji hemû xebatkaran re di meha Hezîran û Berfanbarê de ji sedî 10 û ucreta wan a 20 rojan jî dê wek îkramiye bête dayîn.

Ji sedî 75’ê personelên şîrketê dê ji vê peymanê sûdê werbigirin û bi vî awayî ucreta herî kêm ji sedî 34,34 zêde dibe.