Karaloglu: “Rojnamegeriya Diyarbekirê, li welatê me xwedî raboriyeke qedîm e”

 

 

Waliyê Diyarbekirê Munîr Karaloglu, bi boneya “10’ê Kanûnê Roja Rojnamegerên Ser Kar” bi rojnamegerên li bajêr re hevdîtinek pêk anî.

Walî Karaloglu, li Cemîteya Rojnamegerên Başûrrojhilat bi rojnamegeran re di hevdîtineke taştê de hate cem hev û roja rojnamegeran pîroz kir.

Karaloglu pirs û daxwazên rojnamegeran guhdarî kirin û der barê razemeniyên li bajêr hatine kirin, ew agahdar kirin.

Karaloglu diyar kir ku bajêr di warê medyayê de xurt e û weha axivî:

 “Diyarbekir, bi çapemeniya xwe ya xwecihî, bi rojnamegeriya xwe li welatê me yek ji bajarê herî qedîm e. Gava em li dîroka vî bajarî dinerin, em dibînin ku dema Osmaniyan jî raboriyeke wê ya bi çapemeniyê re heye. Îro jî bi çapemeniya xwe ya nivîskî, dîtbarî, ya neteweyî, ya xwecihî, sektoreke çapemeniyê heye, kedkarên wê hene. Ew pişta me, destê me, milê me û çavê me ye. Ji bo navê Diyarbekirê bi başî bê gerandin, rojeva wê ber pozîtîfê ve guherandin. Xebatên wan di vî warî de pir baş in. Heke îro li Diyarbekirê atmosfereke pozîtîf hebe, keda wan gelekî diyarker e.”

Karaloglu diyar kir ku atmosfera pozîtîf demên dawîn li bajêr peyda bûye keda rojnamegeran tê de heye û weha axivî:  

“Demên dawîn di medyaya neteweyî de piranî nûçeyên li ser çandinî, bazirganî, turîzm, xweza, eşq û evîn, nan û aş der barê Diyarbekirê de derdikevin pêş. Êdî wekî berê li Diyarbekirê rojev li dora sê mijaran nagere. Li Diyarbekirê atmosfera ewlehî û aramiyê heye, ji bo nasandina vê rewşê hûn rojnameger dikarin gelek tiştî bikin.”

Paşê Serokê Cemîteya Rojnamegerên Başûrrojhilat Mucahît Ceyhan jî 10’ê Kanûnê Roja Kargêranan li Walî Karaloglu pîroz kir.

Bername, bi girtina bi hev re a wêneyan bi dawî bû.