Şaredarî misêwa bo tenduristiya Diyarbekirîyan dixebite

 

Şaredariya Bajarê Mezin, bi mebesta şênî karibin xwe bigihînin zexîreya paqij û bijûn, ji bo fêrî mezaxtina bi zanistî bibe û rê li ber nexweşiyên tenduristiya gel dixe xeterê bigire di sala 2021’ê de jî gelek xizmet kirin.  

Serokatiya Daîreya Karûbarên Tenduristiyê, bi mebesta parastina gel di bin banê xwe de Ekîbên Saxtîkirina Zexîreyê damezrandiye û bi rêya van ekîban li navçeya Yenîşehir, Baglar, Sûr û Peyasê 6 hezar û 657 depoyên firoşgehên zexîreyê kontrol kirin. Di encamê de perwerdeya hîjyenê dan 19 hezar û 178 kesan.  

6 ton zexîre hate îmhakirin

Di encama saxtîkirinê de 5 ton goştê sor û spî yê dema wê bi ser de çûyî ligel 1 ton zexîreyê bi tomerî 6 ton zexîre ji bo bête jinavbirinê hate destbiserkirin. Der barê firoşkaran de kiryara cezaî hate pêkanîn.  

Nimûneyên mîkrobiyolojik hatin berhevkirin

Ekîbên Saxtîkirina Zexîreyê, ji bo kontrolên wan karîgertir bin û encamgir bin, dest pê kir ji zexîre, xebatkar û amûrên wan nimûneyên mîkrobîyolojîk wergirtin.

Ekîb, di karê nimûnehilgirtinê de kîtên testan ên amade bi kar tîne û tespîta bakterîyên “salmonella, s.aureus, e.coli, kolîform, tomera bakteriyan, kifnikê” hildide.

Ekîban di tevahiya salê de li seranserê bajêr masîvanên ku karê qelandina bi rûnî dikin, kargehên şîrînîfiroş û pastexaneyan, li ser rûn û donê di qelandina fastfood de hatin bikaranîn, saxtî kirin.

Projeya perwerdeya pandemî û hîjyenê

Ji aliyê Serokatiya Daîreya Karûbarên Tenduristiyê ve ji bo xwendekarên gundan “Projeya perwerdeya pandemî û hîjyenê” hate cîbecîkirinê.

Di çarçoveya projeyê de ji aliyê erkdarên Yekeya Saxtîkirina Zexîreyê ve perwerdeya hîjyena takekesî û xwe nihêrtinê hate dayîn.

Pêkanîna ‘Ala Spî’

Ekîbên Kontrolkirina Zexîreya bi ser Serokatiya Daîreya Karûbarên Tenduristiyê, di encama xebatên xwe yên li seranserê bajêr de li kargehan berê agahdarî kir paşê ji bo pêkanîna ‘Ala Spî’ saxtî kirin.

Ji awayên saxtîkirina heyî cudatir, heçî pêkanîna ji bo Ala Spî e, ligel saxtîkirina kargehan ya mexazgeran jî li xwe digire, bi vê boneyê zêdetirê 100 pîvanên hîjyenê yên barê fîzîkî û krîterên teknîkî esas digire û li gorî wê puan têne diyarkirin.  

Ekîban di sala 2021’ê de ji 48 kargehan re agahdariya ala spî hate kirin. Heta niha li seranserê bajêr 184 kargehan mafê hildana ala spî standiye.  

Artêşa dermankirinê li ser kar e

Şaredariya Bajarê Mezin, bi mebesta parastina tenduristiya gel û rêlibergirtina nexweşînên vegir di sala 2021’ê de li navenda bajêr û hemû navçeyan bi misêwa xebat meşandin.

Serokatiya Daîreya Karûbarên Tenduristiyê, li 17 navçeyan, bi 65 amûr û 312 xebatkaran li dijî kermêş, pêşû, arxolkan bi dermanê bîyosîdala bi Wezareta Tenduristiyê destûrdayî, xebatên dermankirinê meşandin.  

Şaredariya Bajarê Mezin 12 mehan bi misêwa dijî berbelavbûna nexweşînên mêşan têkoşîya.

Dijî nexweşîya şemûsa ajelan têkoşîn

Şaredariya Bajarê Mezin û Gerînendetiya Bajêr a Çandinî û Daristanan dijî nexweşiya "kistikekinokkozis" ku xelk jê re dibêje "kist hidatik" projeya “Ji bo Mirovê Saxlem Heywanê Saxlem Divê” dermanê şemûsê li 5 hezar kûçikan belav kir.

Ji bo kêtik û segan maleke nû

Xebatên li ser Navenda Rehabîlîtasyon û Sexbêrîya Heywanan a Şaredariya Bajarê Mezin gihîştin encamê.

Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo ku navenda heyî têrî pêdiviya bajêr nedikir zend û bend badan û navendeke nû ji kûçik û pisîkan re çêkir.

Navenda nû ji nû de hate dîzaynkirin, navenda ku li ser 17 hezar û 54 metrekareyî ye, bi cîhazên pêşketî yên nû ji bo dermankirina se û pisîkan hate dabînkirin û ameliyatxane û laboratuar jî di vê navendê de hene.