Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo zarokên di krêşên bin banê Şaredariyê perwerde dibin “Bernameya Danasîna Diyarbekirê” li dar xist.
Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo zarokên 4-6 salî yên di krêşên bin banê wê de perwerde dibin, xebatên cur bi cur ji bo pêşvebirina zarokan dimeşîne.
Di bin banê Serokatiya Daîreya Xizmetên Civakî de 500 zarok, 5 rojên hefteyê her roj di navbera 08.00-17.00’ê de hem fêr dibin hem jî bi bernameyên cur bi cur demeke xweş derbas dikin.
Gerînendetiya Şaxa Zarokan, bi mebesta çanda Diyarbekirê bi zaroakn bide nasîn “Bernameya Danasîna Diyarbekirê” li dar xist.
Bername bi xwendina helbesta “Diyarbekir” ji aliyê xwendekara krêşê Gokçe Salik ve dest pê kir û pê re koma krêşê derkete ser sehnê.
Di bernameyê de xwarinên herêmî îkramî mêvanan kirin û koma govendê ya Gerînendetiya Şaxa Zarokan govendên gel pêşkêş kirin.