Şaredarîyê projeyên berpirsyariya civakî bo jinan bi pêş xistin

 

Şaredariya Bajarê Mezin, bi mebesta istihdama jinan û bipêşxistina projeyên berpirsyariya civakî di sala 2021’ê de xebatên cur bi cur meşandin. 

Şaredariya Bajarê Mezin, bi bernameyên xwe yên der barê istihdama jinan de projeyan bi pêş dixe û piştgiriya jiyara jinan dike.

Serokatiya Daîreya Xizmetên Jinan û Malbatê, bi koperatîfên jinan ên Çermûg, Çungûş, Henê, Licê, Pasûr, Peyas, Çinar û Gêlê re kom bû û pêşangeh li dar xist.

Di pêşangehê de jinên ku di koperatîfan de dixebitin berhemên xwe yên hunera destî û xwezayî dan ber firotinê. 

Projeya çalakkirina Birca Keçikê

Li Birca Keçikê bi mebesta lezetên herêmê pêşkêşî turîstên xweyanî û biyanî bikin ji bo jinan perwerdeya gastronomiyê hate lidarxistin.

Perwerde di çarçoveya “Projeya Çalakkirina Birca Keçikê” hate birêvebirin û 100 jinên perwerde li ser pêjandina xwarinê Diyarbekirê girtî, sertîfîka wergirtin. Ji bo 4 jinên ku ji aliyê jûriyeke serbixwe ve hatin destnîşankirin jî dezgehê firoşkariya xwarinan a gerok danê.

Çay Ji Me Xweşbêjî Ji We

Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo welatî çêtir karibin ji xizmetên şaredariyê sûdê werbigirin ev projeya “Çay Ji Me Sohbet Ji We” bi pêş xist.

Serokatiya Daîreya Xizmetên Jinan û Malbatê, ekîbine ji pisporên gihandina zarokan û xebatên civakî pêk tê deriyê malan dikutin û dibin mêvanê wan. Bi boneya vê projeyê li 17 navçeyan serdana 1500 malan hate kirin.

Projeya Jinên Xurt Paşeroja Xurt

Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo jinên li bajêr jiyana xwe dibin serî di civakê de bibin xwedî cihekî baş, beşdarîya wan di jiyana civakî de zêdetir bibe û hevsengîya civakî pêk were di bin 14 sernavên cuda de projeya “Jinên Xurt Paşeroja Xurt” bi pêş xist. 

Serokatiya Daîreya Xizmetên Jinan û Malbatê, li 17 navçeyan di warê pîşeyî, civakî, teknozanist û hiqûqê û biwarê giştî de projeya “Jinên Xurt Paşeroja Xurt” birêve bir û xwe gihand 10 hezar jinan.

Projeya Dibistana Malbatê

Şaredariya Bajarê Mezin, bi mebesta debarpêkirinê atolyeya xwendin û nivîsînê, dijîtalbûnê, e-bazirganîyê, ber bi zewacê ve, li malê spor, têkiliya dêwbav û zarokan, li malê destpêşxeriya bi krîzê re û mîzacê ligel xwarinên herêmî li dar xistin.

Bernameya perwerdeya ji dûr ve ya dibistana malê xwe gihand 650 jinan.

Mekteba Dayik-Bavan

Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo malbatên xwendekarên Malên Zanînê û Akademî Lîseyan “Projeya Mekteba Dayik-Bavan” bi pêş  xist.

Proje bi mebesta ku dayik û bav çêtir karibin bi zarokên xwe re têkiliyê deynin hate lidarxistin û bi boneya wê, ji malbatan re behsa çawaniya têkiliya zarok û dêwbavan hate kirin.

Projeya ku akademisyen, perwerdekar, psikolog û pispor tê de amade bûn, tê plankirin ku xwe bigihîn 7 hezar malbatên xwendekarên Akademî Lîse û Malên Zanînê.

KADES ji jinan re hate nasandin

Şaredariya Bajarê Mezin, li Navendên Jiyanê yên Jinan ji bo rêlibergirtina tuntûtûjiya ser jinan û zarokan perwerdeya “Pergala Gilî û Piştgiriya Lezgîn a Jinan (KADES) li dar xist.

Di çarçoveya projeya “Plansaziya Neteweyî ya Têkoşîna Dijî Tundûtûjiyê” ya di navbera Serokatiya Daîreya Xizmetên Jinan û Malbatê û Gerînendetiya Asayîşa Bajêr hate lidarxistin de, li Navendên Jiyanê yên Jinan ji bo rêlibergirtina tuntûtûjiya ser jinan û zarokan pêkanîna KADES’ê ku bi erke berevaniya mafên jin û zarokan radibe, hate nasandin.

Bernameya Qasidên Dilxwaz

Li Navendên Ciwanan ên Diyarbekirê, bi xebata bi navê “Qasidên Dilxwaz” ji bo xwendekarên Zanîngeha Dîjleyê bi mebesta nasandina bajêr gerûgeştên çandê hatin lidarxistin. Piranî xwendekarên keç ên derveyî bajêr hatine ber xwendinê ji van geştûguzaran sûd wergirt.   

5 hezar jin û zarokan sûd ji kursan wergirt

Li Navendên Jiyanê yên Jinan ku bi ser Gerînendetiya DÎKASUM’ê ne, kursên xwendin-nivîsîn, sexbêriya pîrûkalan, venêrîna por û ciwankarî, hunerên destî, step û aerobîkê, perwerdeya dînî û Qurana Pîroz, cilûberg û aşpêjiyê hatin lidarxistin. Ji bo zarokên van jinên kursiyer xizmeta yarîgehan hate pêkanîn. Di sala 2021’ê de nêzî 5 hezar jin û zarok ji kursên pîşeyî yên Şaredariyê sûdemend bûn.