Print this page

Şaredarî “Lûtkeya Pêşketina Kesane ya Diyarbekirê” li dar dixe

 

Şaredariya Bajarê Mezin, bi mebesta tevkariyê li plansaziya karîyerî a ciwanan bike “Lûtkeya Pêşketina Kesane ya Diyarbekirê” bêpere li dar dixe.

Şaredariya Bajarê Mezin, xebatên xwe yên çand û hunerî ku di çarçoveya Sezona Çand û Hunerê ya Feqiyê Teyran de dimeşîne, berdewam e.

Serokatiya Daîreya Karûbarên Çandî û Civakî, bi mebesta tevkariyê li plansaziya kariyerê ya ciwanan bike dê bi beşdariya pisporan “Lûtkeya Pêşketina Kesane ya Diyarbekirê” li dar bixe.  

Bername 16’ê Kanûnê roja Yekşemê saet di navbera 10.00-15.00’ê de li Navenda Çand û Kongreyan a Sezaî Karakoç bi beşdariya pêşkêşvana TRT Haberê Tîjen Karaş, pêşkêşvanê TRT Sporê Erdogan Arikan û Nivîskar Mustafa Açikgoz tê birêvebirin û ew ê ezmûnên xwe bi beşdaran re parve bikin.

Beşdar ji bo beşdariyê di bernameyê de bikin divê forma ser malpera https://form.jotform.com/211612164885961 dagirin.