Print this page

Çaksazî li ser rêya Bulvara Elezîz-Nexweşxaneya Lêkolînê hate kirin

 

Şaredariya Bajarê Mezin, di çarçoveya xebatên çêkirina rê û rêbaran de rêya navbira Bulvara Elezîzê û Nexweşxaneya Lêkolînê bi serî kir.

Şaredariya Bajarê Mezin, bi mebesta barê ser hatûçûnê siviktir bike projeyên nû teze bi pêş dixe.

Serokatiya Daîreya Rê û Rêbaran û Kordînasyona Binesaziyê, ji bo rêyên ku demeke dirêje têne bi kar anîn û ji ber vê xusar pê ketiye projeyên çaksazîyê bi pêş xistin.  

Ekîban, li ser rêya 230 metir dirêj û 50 metir fireh ji bo zemîna wê saxlem bibe û salên dûdirêj bikaribe bête bikaranîn, serê pêşîn xebatên binesaziyê meşandin.

Bi boneya xebata binesaziyê 15 hezar metrekup ax hate dagirtin 7 hezar ton binaxeyê plenmîks û 3 ton asfalta germ hate darêtinê.

Ji bo peyarêkê jî 500 ton asfalta peyarêkan û 1000 metre bordûr lê hatine bicihkirin, bi boneya xebata hawirçakiyê jî 20 stûnên lempeyê, 70 dar dê bêne daçikilandin.