Print this page

Hejmara heftê ya “Keremke” derket

 

Hejmara heftê ya bultena mehane “Keremke” ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin tê weşandin, derkete pêş xwînerên xwe.

Şaredariya Bajarê Mezin, xizmetên şaredariyê yên li navenda bajêr û navçeyan dimeşîne di bultena xwe “Keremke” de belav dike.

Şêniyên Diyarbekirê, dikarin li ser qada dîjîtal, malpera Şaredariya Bajarê Mezin, navendên kirrîn û firotinê, wesayitên komguhêziyê, muze, navendên ciwan û jinan û qiraatxaneyên millet xwe pê re bigihînin.

Her weha bultena nûçeya “Keremke” ji aliyê xebatkarên şaredariyê ve li ser papûr û rêbarên sereke û qerebalix li welatiy7an tê belavkirin.

“Em Astê Bilind Dikin”

Walî Munîr Karaloglu, di hejmara heftê ya “Keremke” de nivîsa xwe bi sernava “Em Vîtesê/Astê Bilind Dikin” weşand û tê de behsa xebatên Şaredariya Bajarê Mezin li navenda bajêr û navçeyan dike û sala 2022’ê li tevahiya bajêr pîroz dike.