Şaredarî bi projeyên jîngehdost xwezayê diparêze

 

 

Şaredariya Bajarê Mezin, di sala 2021’ê de bi projeyên xwe yên jîngehdostî ji bo çareserkirina pirsên bajêr bi demeke dûdirêj xebatên giring meşandin. 

Şaredariya Bajarê Mezin, pirsgirêkên bajêr ên bûne girêka kor û ji aliyê tu rêveberiyan ve nehatine çareserkirin bi pêş xistin û xweza, ba û ava bajêr ji têkçûnê parast.

Pirsgirêka 50 salan a çopa bajêr bi EKAY’ê hate çareserkirin

Şaredariya Bajarê Mezin bi projeya EKAYê di nav demeke kin a 66 rojî de pirsgirêka 50 salan a çopa Diyarbekirê çareser kir.

Projeya ku ji aliyê Serokatiya Daîreya Parastin û Kontrolkirina Jîngehê ku bi rêbaza bike-kartê ke-dewr ke hate pêkanîn, têkilhevbûna dûkêl, bêhna gemar a ji ber çizirîna ji sergoyê devera Qerejdaxê têkilî avê dibe asteng kir. 

Dûmana ku berê ji sergoyê bilind dibû û têkilî hewayê dibû bi xebata rehabîlîtekirinê hate vemirandin. Dîmena sergoyê nema û ax bi ser qadê hat reşandin. 

Di projeya EKAY’ê de ku pirsgirêka sergoya bajêr hate çareserkirin, 5ê Hezîranê Roja Jîngehê ya Cîhanê dest bi jenandina elektrîkê kir. Di 7 mehan de 1.032,476 MW hate vejandin.

Bi HYBS’ê rê li ber hefrîyata qaçax tê girtin

Serokatiya Daîreya Parastin û Kontrolkirina Jîngehê, ji bo çareserkirina pirsgirêka hefrîyatê ku dibe sebeb li deverina bajêr bêserober kertol bête rijandin, pergala HYBSê bi pêş xist.

Bi vê pergalê hemû dakirina hefriyata bajêr heta seranserê parêzgehê bi ser nivîsbariya otomasyonekê ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin ve tê kontrolkirin û bi vê boneyê GPS û sensorên damperan li wesayitên barhilgir hate dabînkirin.

Bi saya vê pergalê dê rê li ber dakirina bi rêya qaçaxî ya hefriyatê bête girtin û wesayitên barhilgir ji bilî rêgeha destnîşankirî dê nikaribin hatûçûnê bikin.

Kesên qerebalix kirin ceza xwar 

Serokatiya Daîreya Parastin û Kontrolkirina Jîngehê, bi mebesta rêlibergirtina qerebalixê ku dibe sebeb şênî aciz bibin, li ser daxwaz û giliyên welatiyan zend û bend badan û cihên şoxûşengê saxtî kirin.

Ekîban, ew deverên ku li gorî rêziknameyê jê zêdetir qerebalixê dikin û bi wê hingameyê mirovan aciz dikin bi cihaza pîvana dengî û kamerayê xist bin qeydê. Paşê der barê wan de girtename nivîsand.   

Ekîban xwedanên kargehan der barê qerebalixê de hişyar kirin û de rbarê 120 kargehan de ku zêde qerebalix kirine û mirov aciz kirine, hişyarî kirin.

Ligel hişyariyan jî 41 kargehên ku destûra wan a lêxistina muzîkê tune ye û ligel wê qerebalix kirine ceza hate birîn.

Xebatên dezenfekte û paqijiyê hatin kirin

Ekîbên bi ser Gerînendetiya Paqijiyê, li navçeya Yenîşehir, Baglar, Peyas û Sûrê di serî de nexweşxane dam û dezgehên ku şênî zêde diçinê û bi kar tînin, ligel cade, bulvar, kuçe û peyarêkan paqij kirin û bi misêwa dezenfekte kirin.  

Her weha di rojên cejn û erefan de ji bo welatiyên me bi rehetî karibin serdana mezelên miriyên xwe bikin Goristana Yenîkoy, Alîpar, Deriyê Mêrdînê û Çiftehavuzan hatin paqijkirin.

Her weha ekîban, li ogotar, balafirgeh, rawestgehên otobûsan û serbirokan seranserê salê ji bo welatî bi rehetî karibin bi kar bînin xebatên paqijî û dezenfekteyê lê meşandin.