“Em tu kesî li kuçeyan nahêlin”

 

Şaredariya Bajarê Mezin, vê pêla sir û serma dijwar bûye û tê çaverêkirin berf bibare bajêr ji bo tu kesê bêkes li kuçe û kolanan nemîne ekîbeke hawarçûnê ava kir.

Şaredariya Bajarê Mezin, li ser agahiyên ji meteorolojiyê hildane ku dê pêleke dijwar a sir û sermayê bajêr bigire ber xwe ji bo welatiyên li kuçe û kolanan bêkes in, xebatek da destpêkirin. 

Ekîb di bin banê Serokatiya Daîreya Zabiteyan de hate sazkirin û ekîb dê ro 24 saet di amadebaşiyê de be, ev ekîb dê kuçe kuçe bigere û ji bo welatiyên bêkes li derve ber sermayê neqefilin dê xebatan bike. 

Şênî dikarin agahî bidin ALO 153’ê

Ji bo demeke zûtir karibin xwe bigihînin hawara bêkesan şênî dikarin agahî bidin ALO 153’ê û hawarê bixwazin.

Ekîbên zabiteyê hem dê li kuçe û kolanan peyasê bikin û hem jî ku welatiyan agahî danê dê bêkesên li kolanan bibin li otelan bi cih bikin. Kesên nexweş jî dê ji bo saxkirinê biguhêzin nexweşxaneyan.

Ji bo “Can dostan” xwerek tê danîn

Serokatiya Daîreya Karûbarên Tenduristiyê jî ji bo div ê sermayê de heywanên kolanan tengezar nebin amadekariyên xwe temam kirin.

Ekîb, bi şiara “Her Can Emanetê Me Ye” dê xwerekê ji bo heywanan deynin deverên destnîşankirî.