DÎSKÎyê ji 21 projeyan 12ê wê cîbicî kirin

 

 

Gerînendetiya Giştî ya Kargêriya Avê û Kanalîzasyonê ya Şaredariya Bajarê Mezin (DÎSKÎ), projeyek mezin a çareserkirina pirsa avê û binesaziyê bi sernavê “Di sala 21 ya sedsala 21’ê de ji bo Diyarbekirê 21 proje” bi pêş xist û 12 ji van projeyan hatin pêkanîn.

Gerînendetiya Giştî ya DÎSKÎyê, li navenda bajêr û 13 navçeyan ji bo çareserkirina pirsgirêkên avê û binesaziyê xebatên xwe berdewam dike.

Bîrên avê gundan şên dikin

Di çarçoveya van 21 projeyên mezin de ji bo 37 gundan pirsgirêka wan a avê çareser bikin, 30 pompe, 25 xetên qeilkirina enerjiyê û montaja wan hatin pêkanîn.

Ji bo şûnwarên nû 14 km xeta avê

Gerînendetiya Giştî ya DÎSKÎyê, bi mebesta xeta avê ji bo şûnwarên nû dabîn bike bi giştî 14 km xeta ava vexwarinê danî. Bi vê projeyê re şûnwarên nû bûn xwedî av.

Binesaziya gundê Malikan hate kirin

DÎSKÎ, di çarçoveya karê “Xeta Kanalîzasyonê û Navenda Terfîkirinê” de li gundê Malikan ê bi ser Sûrê 5,5 kîlometir xeta kanalîzasyonê hate dabînkirin.

Ji bo binesaziyeke tekûz 8,4 km xeta kanalizasyonê

Di sala 2021ê de ji bo binesaziyeke baş û tekûz a bajêr dabîn bibe DÎSKÎ’yê projeyên xwe bi pêş xistin û li şûnwarên nû yên akincîbûnê 8,4 kîlometir xeta kanalîzasyonê danî.

Çaksaziya depoyan hate kirin

Gerînendetiya Giştî ya DÎSKÎyê, di sala 2021ê de depoyên ku peritîne çê kirin. Di encama xebatê de 6 depoyên çalkirî yên 34 pêpik çê kirin. Her weha di çarçoveya xebatê de 21 avahiyên terfîkirinê jî hatin çêkirin.

Li Bismilê xetên avê hatin nûkirin

Di çarçoveya xebatên “Xeta Avê ya Bismilê” de li gund û taxên diyarkirî xetên wan ên avê hatin nûkirin.

Ekîban, bi boneya projeyê de 6,7 kîlometir borî 4,5 kîlometir xeta girêdanê temam kir û xist ber xizmetê.

Salname Lêgerîn

« Hezîran 2023 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
      1 2 3 4
5 6 7 8 9 10 11
12 13 14 15 16 17 18
19 20 21 22 23 24 25
26 27 28 29 30