Şaredarî bi hawara bêkesan radibe

 

Şaredariya Bajarê Mezin, 3 welatiyên bêkes ji bo jer ber sir û sermayê necemidin ew birin otelan û li wir bi cih kirin.

Şaredariya Bajarê Mezin ku bi hişmendiya bajarvaniya civakî tevdigere, bi sarbûna hewayê dinyayê re bi hawara welatiyên bêkes ên li kuçe û kolanan mane radibe.

Bi sarbûna hewayê dinyayê re Serokatiya Daîreya Zabiteyê di bin banê xwe ekîbeke hawarê saz kir, ekîb ro 24 saet li kuçe û kolan, park û cadeyan, otogar û bankan dewriye digere.

Di encama xebatan de ekîbên hawarê 3 welatiyên bêkes li otelan bi cih kirin, ev otelên han peymana wan bi Şaredariya Bajarê Mezin re heye.

Ekîbên zabiteyê herweha dema peyase dike, welatiyên li ber sermayê jî girtine wesayita xwe û birin qonaxa wan da ku neqerimin.   

Şênî, dikarin agahî bidin ALO 153’ê

Ji bo demeke zûtir karibin xwe bigihînin hawara bêkesan şênî dikarin agahî bidin ALO 153’ê û hawarê bixwazin.

Ekîbên zabiteyê hem dê li kuçe û kolanan peyasê bikin û hem jî ku welatiyan agahî danê dê bêkesên li kolanan bibin li otelan bi cih bikin. Kesên nexweş jî dê ji bo saxkirinê biguhêzin nexweşxaneyan.