Â
Şaredariya Bajarê Mezin, piştî ku duhî piştî nîvro berfê lê kir zend û bend badan û ji bo welatî tengav nebin û rê neyên girtin, xebatên xwe didomîne.
Serokatiya Daîreya Rê û Rêbaran û Kordînasyona Binesaziyê, piÅŸtî ku tevahiya parêzgehê ket bin bandora berfbarînê ji bo hatûçûn asteng nebe rêyan xwê dike û rêyan ji berfê dimale. Â
Duh piştî nîvro berfbarînê dest pê kir pê re ekîbên şaredariyê li navenda bajêr û navçeyan bi 290 xebatkaran, 7 amûrên berfmalînê yên xwêkirinê, 2 amûrên berfmalînê, 21 greyder, 24 JCB, 9 loder, 2 kamyonet û traktoran bi giştî bi 66 wesayitan xebatê dimeşîne.
Ekîb, li ser tora rê û rêbareke 3 hezar û 750 kîlometir xebatê dikin û ji bo vekirina rêya 49 gundên ku ji ber berfê hatin girtin, xebat berdewam e.
Ekîb, li ser esasê 24 saetî dixebitin, ji bo ewlehiya peyayan û têkneçûna herika trafîkê rêyên sereke yên bajêr xwê dike û ji berfê dimale.
Ji bo rewÅŸeke nexweÅŸ Alo 153 7/24 di xizmeta gel de ye
Welatî, heke tiştekî nepayî yê neyînî çêbe di cih de dikare pêwendiyê bi ALO 153 ya Şaredariya Bajarê Mezin re bike û alîkariyê jê bixwaze.