Şaredariya Bajarê Mezin, bi mebesta barîna berfê ya dijwar ji bo heywanên kuçeyan tengezar nebin, xwerek li 50 deverên kifşkirî danî.
Şaredariya Bajarê Mezin, bi şîara “Her Can Emanetê Me Ye” xebatên xwe didomîne.
Ekîbên bi ser Serokatiya Daîreya Karûbarên Tenduristiyê, ji bo heywanên kuçeyan ku bi barîna berfê re tengezar bûne zend û bend badan.
Bi tarîbûna dinyayê re 5 ekîbên ji 20 kesî pêk dihatin, li navçeya Sûrê, Yenîşehrê, Baglarê û Peyasê li 50 deverên diyarkirî 300 kîlogram xwerekê kûçikan, 250 kîlogram xwerekê pisîkan bo heywanan danî.
Ji bilî deverên destnîşankirî ekîban her li kê derê heywanên kuçeyan dîtin ji wan re xwerek danî.
Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo heywanên kolanan tengezar nebin dê xwerekê ji wan re deyne deverên destnîşankirî.