Â
Â
Şaredariya Bajarê Mezin, di vê pêla berf û bagerê de bi hawara welatiyên tengav radibe û wan bi tenê nahêle.
Serokatiya Daîreya Zabiteyê di vê sermayê de ji bo welatî tengazar nebin ekîbeke hawarê ava kir û ro 24 saet ji bo xwe bigihîne hawara wan di park, bank, rawestgeh, kuçe û kolan û otogarê de peyase pêk anî.Â
Şaredariya Bajarê Mezin bi hişmendiya şarevaniya civakparêz tevdigere û bi vê mebestê di pêla sir û sermayê de bi hawara merivên li kuçe û kolanan tengav bûne radibe.
Jineke ducanî ji Nexweşxaneya Zayînê ya Jinan derket da ku biçe mala xwe lê jinê erebe peyda nekir, zabiteyan ew gihand mala wê. Welatiyên hewl dan biçin nexweşxaneyê dîsa gihandin cihê wan. Li cadeya Şengalê jî wesayita di berfê de tengijî jê derxist û rê dîsa li trafîkê vekir.
Serokatiya Daîreya Zabiteyê tevahiya rojê dê xebata xwe bidomîne.
Jina ducanî gihandin nexweşxaneyê
Şaredariya Bajarê Mezin, li bajaroka Xeybîyana bi ser Çardaxliya Henê xwe gihand hawara jineke ducanî û ew bo nexweşxaneyê veguhast.
Ekîbên bi ser Serokatiya Daîreya Rê û Rêbaran û Kordînasyona Binesaziyê, rêya bajarokê malişt û bi ambûlansê xwe gihand jinikê û ew rakire nexweşxaneyê. Jinika ku janên wê yên zayînê dest pê kirin ji bo Nexweşxaneya Henê hate guhastin.
Bi xebata heşt saet û nîvan cenaze gihand goristanê
Şaredariya Bajarê Mezin, bi hewldana heşt saet û nîvan rêya bajarokê malişt û cenazeye mirî ji bo goristanê guhast.