Â
Şaredariya Bajarê Mezin, bi hawara welatiyên ji ber berf û pûkê di rêya navbera Diyarbekir-Siwêregê de asê mane de çû.
Şaredariya Bajarê Mezin, di vê çilê zivistana dijwar de ku 49 sal e zivistaneke weha dijwar nebûye, ji bo şênî tengav nebin bi şev û roj dixebite.
Çawa ku agahî hat ku di kîlometira 30’ê ya navbera Siwêreg û Diyarbekir de welatî asê mane Åžaredariya Bajarê Mezin bi 4 amûrên berfmalînê ket nav tevgerê û 2 otobûsên rêwîyan ji nav berfê xilas kirin. Â
Şaredariya Bajarê Mezin, ligel 3 ekîbên AFADê, 4 makîneyên kar ên Rêya Bejayî di encama xebata 12 saetan de 47 wesayit û 2 otobûsên rêwîyan xilas kirin.
Di otobûs û wesayitan de zarok, pîr û kal hebûn, rêwî bi wesayitên Åžaredariya Bajarê Mezin ve hatin veguhastin. Â
Şaredariya Bajarê Mezin, di vê zivistana bi berf û pûk de dê bi xebatên xwe di hawara welatiyan de amade be.