Rêwîyên li otogarê Şaredariyê li otelan kirin mêvan

 

Şaredariya Bajarê Mezin, rêwîyên ku şeva borî ji ber barîna zêde ya berf û pûkê li otogara bajêr asê mabûn hildan û li otelan ezimandin.

Şaredariya Bajarê Mezin, di vê zivistana herî dijwar a 49 salên dawîn li seranserê Diyarbekirê bi hemû ekîbên xwe bi şev û bi şev dixebite.  

Duh bi şev ji ber barîna dijwar a berfê rê hatin girtin û rêwîyên li otogarê asê bûn, lewra jî otobûsên ji bo bajarên dîtir dê sefer bikirana li otogara Diyarbekirê vehesîyan.

Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo rêwîyên zar û zêc, pîr û kal mexdûr nebin zend û bendên xwe badan.

Ekîbên Şaredarî û Kizilayê çûn seha rêwiyên li otogarê û îkram pêşkêşî wan kirin. Ekîbên Zabiteyê, 27 rêwîyên ku zar û zêc, pîr û kal bûn, li otelan kirin mêvan.

Şaredariya Bajarê Mezin, di vê zivistana bi berf û pûk de dê bi xebatên xwe di hawara welatiyan de amade be.