Şaredarî bi hawara nexweşan radibe

 

 

 

Li navçeya Farqînê ji ber berfbarîna zêde rêya gelek gundan hatibû girtin, Şaredariya Bajarê Mezin, rê malîn û nexweş rakirin nexweşxaneyê.  

Şaredariya Bajarê Mezin, di vê zivistana herî dijwar a 49 salên dawîn li seranserê Diyarbekirê bi hemû ekîbên xwe bi şev û bi şev dixebite. 

Serokatiya Daîreya Rê û Rêbaran û Kordînasyona Binesaziyê, li gundê Alîbeya bi ser Farqînê nexweşekî 80 salî gihand nexweşxaneyê.

Ji ber berfê rêya gund hatibû girtin, ekîbên şaredariyê bi grayderê rê malî, bi ambîlansê xwe gihand hawara welatiyê nexweş û ew gihand Nexweşxaneya Dewletê ya Farqînê.