Li 11 hezar û 200 kîlometir rê karê berfmalînê hate kirin

 

Şaredariya Bajarê Mezin, di vê zivistana herî dijwar a 49 salên dawîn de li seranserê Diyarbekirê rêya 996 gundan malî û ji bo hatûçûnê vekir. 

Serokatiya Daîreya Rê û Rêbaran û Kordînasyona Binesaziyê ji bo şênî mexdûr nebin li navenda bajêr û navçeyan ligel gund û taxên wan bêrawestan dixebite.  

Serokatiya Daîreya Rê û Rêbaran û Kordînasyona Binesaziyê, li gundan bi 111 amûr û 190 xebatkaran ro 24 saet ji bo malîna rêyan ji berfê dixebite, 1047 gundên rêya wan girtî 996ê wan rêya wan vekir. Ji bo vekirina rêya 51 gundên dî jî xebatên malîna ji berfê berdewam dikin.

Ji bo rê dîsan neyêne girtin ekîban ji 5980 kîlometir rêya gundewaran li ser 11 hezar û 210 kîlometir rê xebatên malîna berfê meşand.

259 nexweş gihandin nexweşxaneyan

Şaredarî di çilê zivistanê de bi hawara nexweşan rabû li Pîranê 4, li Çermûgê 2, Henê 2, Çungûşê 1, Hezroyê 1, Pasûrê 1 nexweş ji bo nexweşxaneyan veguhastin. Ji roja berfê lêkir û heta îro 259 nexweş hatin rzigarkirin û gihandin nexweşxaneyan.

Kesên li kuçeyan gihandin otelan

Serokatiya Daîreya Zabiteyê ji bo di sir û sermayê de welatîyên bêkes mexdûr nebin, li naxwexane, otogar, stasyona trênê, rawestgehên otobûsan, bankamatîk û parkan bêkes û bêmal hildan û li otelan bi cih kirin.  

Ekîban ji sersalê vir de 80 kes bi qewlê 194 rojan li otelên pê re peymankirî ragirtin û kirin mêvan.

Ji bo can dostan xwerek danîn

Serokatiya Daîreya Karûbarên Tenduristiyê jî ji bo heywanên kuçeyan bi şiara “can dostên me ne” zend û bend badan û li cihên destnîşankirî xwerekê se û pisîkan danî.