Print this page

Serlêdana bo deqên şanoya Kurdî-Tirkî hate dirêjkirin

 

 

Şaredariya Bajarê Mezin, bi bibîranîna Rasîm Oztekîn 2yemîn Pêşbirka Deqa Şanoyan a Kurdî-Tirkî ya Neteweyî li dar dixe, serlêdana pêşbirkê heta 7’ê Sibatê roja sêşemê hate dirêjkirin.

Şanoya Bajêr (DBŞT) ku di bin banê Serokatiya Daîreya Karûbarên Çandî û Civakî de xebatên xwe dimeşîne, bi xebatên xwe berdewam e. 

Kesên ku beşdar dibin divê ev deq deqeke xweser be, deqnûs heta deqa xwe heta dema bidawîbûna serlêdanê li tu derekê neweşandibe, di tu şanoyan de nehatibe lîstin û di tu pêşbirkan de xelat nestandibin.

Deq divê bi karekterê “Times New Roman”, bi 1.5 navber û li gorî rêzegên deqnûsiya şanoyê bi kaxiza A4 bête nivîsandin û ligel 7 kopîyan bi CD bête şandin.

Şertên din ên serlêdanê weha ne:

 “Beşdar divê bi bernavekê beşdar bibe, divê li ser deqa wan tu nîşaneya ku nasnameya wan aşkere bike duyar nebin. Divê beşdar li rûpela serî bernavkê xwe, navê deqê binivîse û di nav zerfekê de kurtejiyana xwe, fotoyê xwe û agahiyên têkilîdanîna xwe binivîse, bixe zerfê û bişîne edresa pêşbirkê. Dema beşdariyê heta 7’ê sibatê ye.”    

Serkeftî dê bêne xelatkirin

Temaya pêşbirkê serbest e û lijneya hilbijêr piştî nirxandina xwe dê serkeftiyê yekê bi 15 hezar lîre, yê duyê bi 10 hezar lîre, yê sêyê bi 7 hezar û 500 lîre û mansiyonên 1ê û 2yê jî bi 5 hezar lîre xelat bike.

Bo serlêdanê

Serlêdan li navnîşana: Sezai Karakoç Kültür ve Kongre Merkezi Şehitlik Mahallesi, Istasyon Cad No:65, 21010 Yenişehir/Diyarbakır tê kirin.

Bo pêwendiyê: 0535 978 35 04