Qiraetxaneyên miletî û pirtûk kafe bûn cihê xwendekaran

 

Qiraetxaneyên miletî û pirtûk kafeyên di bin banê Şaredariya Bajarê Mezin de bi ketina serdema sometrê ya dibistanan ji bo xwendekaran bûne cihê xwendin û bêhnvedanê.  

Qiraetxaneya Miletî, Pirtûk Kafeya li Meydana Bajêr, Tema Park û Parka Birayetiyê ku di bin banê Şaredariya Bajarê Mezin de ne bi ketina serdema sometrê ya dibistanan ji bo xwendekarên xwe bo ezmûnan amade dikin û pirtûka dixwînin bûn hêlînên germ.  

Qiraetxaneya Miletî ya li Yenîşehrê, Pirtûk Kafeya li Meydana Bajêr û Tema Parka li Peyasê û Parka Birayetiyê ya li Baglarê ku bi ser Serokatiayu Daîreya Xizmetên Ciwanan û Sporê ye, her roj di navbera saet 08.00-21.00ê de li ber xizmeta welatiyan in.

Bi sarbûna hewayê dinyayê re xwendekaran berê xwe da Qiraetxaneyên Miletî û Pirtûk Kafeyan, li vê derê di seqayeke germ de li dersên xwe xebitîn û pirtûk xwendin.   

Ji xwendekarên li hawireke bêdeng dersên xwe çêkirin û pirtûk xwendin re çay tête îkramkirin.

Ciwan li vir ji pirtûkên şair û nivîskarên naskirî yên navdar sûdê werdigrin û ji vê xizmeta qiraetxane û pirtûk kafeyan kêfxweşiya xwe anîn.  

Habîp Polat diyar kir ku ew ji bo xebitîna li dersa xwe tê pirtûk kafeyê û got ku ev şûngehên weha gelekî bikêrî ciwanan tên.

Polat, weha axivî:

 “Sala par ez ji mamostetiya berî dibistanê mezûn bûm, îsal jî ez ê ji bo ezmûna karmendiyê bixebitim, lê derve hewa cemed e. Li malê nebû min jî got, ez ji derfetên Şaredariya Bajarê Mezin sûdê werbigirim. Lewra me berê xwe da vê pirtûkxaneyê. Ez li vir li dersên xwe dixebitim, çay û qehweyê vedixwim. Derfetên vê derê baştir in, em rehet in.”   

Dîlek Bîçer jî xwe ji bo ezmûnên KPSSê amade dike, got ku xebata vê derê bêhtir mifayê xwe heye lewra wê berê xwe daye vê derê.

Bîçer weha got, “Ez li vê derê bêhtir dikarim bala xwe bidim dersên xwe lewra ez pirtûkxaneyê tercîh dikim. Di warê konfêrê de jî vê derê çêtir e.”

“Li malê ez nikarim dersa xwe çêkim”

Remzîye Aldemîr jî bi bîr xist ku ew li hawirdora nav malê nikare ser dersên xwe baldar be û got lewra ew tê kafeyê.

Aldemîr, weha axivî:

 “Sebeba ku ez tême vê derê, yek jê ew e ku li malê derfetên me berteng in, ez nikarim li malê bixebitim, li malê xarxayê min ê biçûk heye. Li virê her kes dixebite, ev min jî motive dike û bêhtir li dersên xwe germ dibim. Lewra ez berê xwe didim vê derê.”