Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo avdana heywanan bi tankêran av ji bo cotyarên li gundê Birviranê û Gurîzê yên bi ser Çermûgê kişand.
Gerînendetiya Giştî ya Kargêriya Kanalîzasyon û Avê ya Diyarbekirê (DÎSKÎ), bi hawara cotyarên ku ji ber sir û sermayê ava wan qerisîye û heywanên wan tî mane, bezîya.
Ekîbên şaredariyê serê pêşîn, rêya girtî ya gundan vekir û liv an herdu gundan ji bo 1900 dewaran û 60 pezî bi tankêran av kişande gund û ew av dan.
Şaredarî Bajarê Mezin, ji bo xudanên heywanan tengaviyê nekêşin dê li xebatên xwe berdewam be.