Print this page

Bi tankêran av ji bo gundên Birviran û Gurîza Çermûgê kişandin

 

Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo avdana heywanan bi tankêran av ji bo cotyarên li gundê Birviranê û Gurîzê yên bi ser Çermûgê kişand.  

Gerînendetiya Giştî ya Kargêriya Kanalîzasyon û Avê ya Diyarbekirê (DÎSKÎ), bi hawara cotyarên ku ji ber sir û sermayê ava wan qerisîye û heywanên wan tî mane, bezîya.

Ekîbên şaredariyê serê pêşîn, rêya girtî ya gundan vekir û liv an herdu gundan ji bo 1900 dewaran û 60 pezî bi tankêran av kişande gund û ew av dan.

Şaredarî Bajarê Mezin, ji bo xudanên heywanan tengaviyê nekêşin dê li xebatên xwe berdewam be.