Print this page

“Bilbilê Şerqê” Celal Guzelses li ser gora xwe hate yadkirin

 

Stranbêjê Diyarbekirî Celal Guzelses ku bi nasnavê “Bilbilê Şerqê” tête naskirin, di salvegera 63ê ya oxirbûna xwe de li ser gora xwe ya li Goristana Deriyê Mêrdînê hate bibîranîn.

Celal Guzelsesê neviyê Celal Guzelsesî jî di nav de komek stranbêj Bedri Ayseli, Hüsamettin Subaşı, Zafer Gündoğdu, Tuncay Kemertaş, Recep Kaymak hatin ser Gora Celal Guzelses û li ser gora wî dua kirin û fatiheyek xwendin.   

Celal Guzelsesê nevî li vir axaftinek kir û bi bîr xist Ahmet Arif, Süleyman Nazif, Cahit Sıtkı Tarancı, Ali Emiri jî xelkê Diyarbekirê ne lê mezelên wan li Enqere û Stenbolê ne, lê belê heçî bapîrê wî Celal Guzelses e li Diyarbekirê Xwedê daye, li wir jiyaye û qebra wî jî her li bajarê wî ye.  

Guzelsesê nevî bi bîr xist ku li ser daxwaza Walî Munîr Karaloglu mezelê bapîrê wî Celal Guzelses hatiye nûkirin û ji bo vê hesasiyetê spasî li walî Karaloglu kir.  

Bedrî Ayselî jî bal kişand ku ew bi stranên Celal Guzelses mezin bûne û weha got:

 “Heke em gihîştibin cihekî em bi saya wî gihîştinê, bi stranên wî em heta TRTê hatin. Çi kêfxweşî ye ku Diyarbekira me şakarekî weha hebûye. Ew layiqê her tiştî bû Xwedê wî bi beheşta baqî şa bike.”

Şaredariya Bajarê Mezin, berî salekê mezelê stranbêj Celal Guzelses nû kiribû.