Print this page

Bernameya çandê ya meha sibatê aşkere bû

 

Şaredariya Bajarê Mezin bi konser, şano, gotûbêj, fîlm û dîwanên dengbêjan dê meha Sibatê ji bo xelkê Diyarbekirê têrtijî bi çand û huner derbas bike.

Di çarçoveya Sezona Çand û Hunerê ya Feqiyê Teyran ku bi serperiştiya Serokatiya Daîreya Karûbarên Çandî û Civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin tê lidarxistin de, bername bi şîara “Tim Huner, Tim Çand; Hey Sibatê Bi Tavê Datê” dest pê dike.   

Şeva bîranîna “Bilbilê Şerqê” Celal Guzelses

Bernameya çand û hunerê ya meha sibatê dê bi şeva bibîranîna “Bilbilê Şerqê” Celal Guzelses dest pê bike. Bi hevkariya Şaredariya Bajarê Mezin, Walîtî, Wezareta Çand û Hunerê û TRT bi boneya 62emîn wexerkirina Celal Guzelsesê wek “Bilbilê Şerqê” tê naskirin, konserek tê lidarxistin.

Bername 1ê Sibatê roja duşemê saet di 20.00’ê de li Navenda Çandê û Kongreyan a Sezaî Karakoç birêve diçe û di TRT 2yê de bi rastexwe tê weşandin.

Yarîyên zarokan

Lîstika zarokan a şanoyê “Mifteya Sihêrbend” di 1,8, 12ê sibatê, “Serboriyên Elîfê” jî di 15, 19, 22ê sibatê de derdikevin pêş şanohezan.

Fîlma zarokan “Kaptan Sabertooth û Nijdevanên Biçûk Li Dû Cehwerê” jî her roja şemî-yekşemê saet di 13.00ê de li salona sînemayê ya Navenda Çandê û Kongreyan tê pêşkêşkirin. 

Di 2ê sibatê de jî pêşangeha hunermend Dîdem Gokhan a bi navê “Ji Kemalê Bo Qelemê Xeta Delal” li Medreseya Mesûdiyê tê pêşandan.

Bi boneya destpêkirina sêmehan û Şeva Regaîbê di çarçoveya Dersên Hizûrê de Prof. Dr. Ekrem Demîrlî gotûbêjekê li dar dixe û pê re Murat Belet stranên xwe dibêje.

Şanoya bi kurdî “Derî” jî di 4,11,18ê sibatê de li salona Navenda Çandê û Kongreyan a Sezaî Karakoç dê bête pêşkêşkirin. 

“Pêşangeha Xetê ya Peyvên Nû”

 “Pêşangeha Xetê ya Peyvên Nû” ya Xetat Levent Karaduman jî di navbera 6-28ê sibatê de tê pêşandan.

Hunermendê naskirî berhemên xwe bi şêwazeke ‘ku teknolojî û zenaet digihêje hev’ siwêrandiye û di Geliyê Teknozanistê de bi atolyeyekê saz kirine. Hunermend bi van berhemên xwe yên bijare dê derkeve pêşberî hunerhezên Diyarbekirî.  

Gotûbêj berdewam dikin

Di bernameya Huner-Munerê de dê Celal Guzelses û musîqeya Diyarbekirê bête nirxandin. Bername 7ê sibatê li ser malpera youtube bi awayekî zindî tê weşandin.

Di bernameya “Hê Hibir Zuha Nebûyî” de gotûbêja Murat B. Akkoyunlu di 16ê sibatê de, 17ê sibatê jî bernameya “Axaftinên Fêrgeha Vejînê” jî li ser malpera youtube tên weşandin.

Di Akademiya Axaftinên Çîrokan de Ayşe Hale dê li ser mijara “Çîrok û Orîgamî” biaxive û bername di 21ê sibatê de li ser malpera youtube bi zindî tê weşandin.  

Di Sohbetên Bajarê Qedîm Diyarbekirê de Doç.Dr. Hatîp Yildiz li Zanîngeha Dîcleyê dê bernameya “Di Serdema Modernbûna Osmanî De li Diyarbekir Perwerde” tê lidarxistin.

Rojên Sinemanadolu yên Fîlman tên lidarxistin

Destebijarka 1. Rojên Sînemanadolu ya Fîlman di 21-27ê sibatê de bi beşdariya derhêran gotûbêja “her roj fîlmek” tê lidarxistin.

Dê atolyeyên sînemayê jî bêne lidarxistin û ev bername bêpere û bo welatiyan vekirî ye.

DBŞT bernameya komedî ya cotzimanî li dar dixe

Şanoya Bajêr a bi ser Şaredariya Bajarê Mezin ku di bin banê serokatiya daîreya çandê û civakî de xebatên xwe dimeşîne, ji bo projeya “Mola” ya pêkenî zend û bend badan.

Di bernameyê de skêçên bi Kurdî û Tirkî dê hebin û bername 25ê sibatê promiyera xwe dike.

Projeya nû ya DBŞTê bi Derhêneriya Hunerî ya Handan Ekîcî bi navê “Komedî Mola” tê lidarxistin û Erdal Ayna derhêriya wê dike.  

Komedî Mola hem li ser sehneya şanoyê dê derkeve pêş bîneran hem jî li ser platformên dîjîtal dê bê weşandin.

Proje rê li ber şanohezên Diyarbekirî vedike û her weha bername bi du zimanan tê weşandin.

Mezada kitêban dewam dike

Mezada kitêban, bi serperiştiya Serokatiya Daîreya Karûbarên Çandî û Civakî de bi boneya Sezona Çand û Hunerê ya Feqiyê Teyran li Ceylan Karavîl AVM birêve diçe.  

Kesên dil heye xwe bigihînin pirtûkên berê û çapa wan nemaye dê karibin di “Mezata Kitêban” de kitêban bikirin û bifiroşin. Firotin bi 1 lîre dest pê dike.  

Pêşbirk

Pêşbirkên Çand û Zanînê her meh berdewam dikin. Her duşemê “Kuçe Kuçe Nûçe” her şemî “Ez li Ku Me” her yekşemê “Ez Kî Me” li ser hesabê îstigramê tên lidarxistin. Belgefîlma Çîrokên Stranan, Stranên Çîrokan jî her roja çarşemê bi ser istigramê bi zindî tê weşandin.