Medreseya Xatûniye bû cihê perwerdeya ciwanan

 

Şaredariya Bajarê Mezin, Medreseya Xatûniye ya li navçeya Henê restore kir û dagerand cihê perwerdeyê.

Serokatiya Daîreya Xizmetên Ciwanan û Sporê, ji bo zarok û ciwan di perwredeya xwe de zîrektir bibin xebatên xwe berdewam dike.

Medreseya Xatûniye ya dîrokî ji ber bêxwedîtiyê peritîbû, piştî çaksaziya li medreseyê hate kirin wek Akademî Lîse hate veguherandin.

Di Akademî Lîseya Xatûniyê de perwerdekarên di warê xwe de pispor, ji bo xwendekarên sinifa 12 û yên mezûnbûyî xwe bo ezmûnên TYT û AYTê amade bikin û xwendekarên sinifa 9,10 û 11ê di dersên xwe de zîrektir bin perwerdeyê bidin.

Ji bilî dersên bingehîn ên amadekariya ji bo zanîngehê, li vê perwerdegehê ji bo çareserkirina pirsan alîkarî bi xwendekaran re tê kirin, her weha di çarçoveya bernameya sala perwerdeyê ya 2021-2022ê dê bernameyên sosyal jî bêne lidarxistin.  

“Bo şuxilînê cihekî xweş e”

Meyrem Gendî 16 salî ye, xwendekara sinifa lîse 3yan e û di Akademî Lîseya Henê de dest bi perwerdeyê kiriye, diyar kir ku li navçeyê derfetên wan berteng in û got, vekirina akademî lîseyê pêşiya wan vekiriye.  

Gendî diyar kir ku ew gelekî kêfxweş in ji ber vekirina Akademî Lîseyê û weha axivî:  

 “Li Henê dersxane tune ye ji ber wê ez bi hevalên xwe re hatine vê derê li ezmûnên TYT û AYTê dixebitin. Ez dixwazim di zanîngehê de beşa Ziman û Wêjeya Erebî bi dets bixim. Mamosteyên me bo dersa Tirkî, Matematîk, Sosyal, Fen, Dîrokê alî me dikin. Em ji pirtûkxaneya vir sûdê werdigirin û cihekî me yê xebatê heye.”

Ozge Ozavci xwendekara lîse 1ê ye, 16 salî ye û dixwaze bibe mamoste, weha got:

 “Niha ez giraniya xwe didim ser dersên wêjeyê û dîrokê û pirsên wan çareser dikim. Pirsên ez tê de dimînim li vir ji mamosteyan dipirsim û çareser dikim. Ez xwe bi siûd dibînim ku ez ji derfetên vê derê sûdê werdigirim.”

Yahya Avci xwendekarê sinifa 12ê ye û 18 salî ye, niah xwe bo ezmûna YKSê amade dike, weha axivî:

 “Li vir bi mamosteyên xwe re em li dersên xwe dixebitin. Pir baş diçe. Em ji ber vê derfetê spasiya Şaredariya Bajarê Mezin û rêzdar walî dikin.”

Medreseya Xatûniye

Medreseya Xatûniye, di lîsteya “Mîrateyên Çandî yên Tirkiyeyê” de ye, li gorî hinek çavkaniyan, ji aliyê Sultanê Selçuqî Sultan Secer ve hatiye çêkirin, li gorî hinekan jî ji aliyê Zeyneb Xatûna neviya Ertugrul Gazî ve hatiye çêkirin, hinek jêderk jî dibêjin ev medrese ji aliyê Zubeyde Xatûna keça Necmedîn Alpê Artuqî ve hatiye çêkirin.